Polîsan li Rihayê avêtin ser avahiya HDP'ê: 40 kes hatin destgîrkirin

Li Rihayê piştî greva birçîbûnê ya li avahiya bajêr a HDP'ê qediya, polîsên Tirk avêtin ser avahiya partiyê, Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu bi erdê ve hate kaşkirin û nêzî 40 kes hatin destgîrkirin.

Piştî ku greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo desteka li greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven qediya, polîsên Tirk avêtin ser avahiya bajêr a HDP'ê û 40 kes destgîr kirin. Weke ku tê zanîn Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî vê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo destekdayinê grevên birçîbûnê dest pê kiribûn.

Polîsên Tirk ên ku avêtin ser avahiya partiyê nêzî 40 kesî destgîr kirin. Polîsên Tirk ji bo Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu ji avahiyê derxînin ew bi erdê ve kaş kirin. Surucu ya ku qebûl nekir derkeve derve, li hundir ma û polîsan dest bi sehkirina avahiyê kir. Polîsan kesên ku ji avahiyê derketin destgîr kirin.

Hin kesên ku hatin destgîrkirin: Servet Kiliç, Rojda Bînîcî, şêwirmenda Surucu Faruk Badili.

Surucu ya ku li avahiya partiyê ye, got polîsan rêveberên partiyê û ew bi erdê ve kaş kirine û wiha hewl dane ku wan derxînin û domand, ''Niha hundir seh dikin, li Rihayê nehiqûqiyek tê kirin''.
Parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Omer Ocalan jî kete avahiya partiyê.