Polîsên Tirk li Colemêrgê avêtin ser malan: 3 kes destgîr kirin -NÛ BÛ

Li Colemêrg û Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.

Li taxên Keklîkpinar û Dag Gol ên navenda Colemêrgê, polîsên tîmên taybet serê sibehê avêtin ser gelek malan. Li gorî agahiyan, Beyaz Coşkûn, kurê wî Yaşar Coşkûn û Suleyman Dûrmaz hatin destgîrkirin.

Xizmên kesên destgîrkirî ji bo agahiyê li ser rewşa xizmên xwe werbigirin çûn Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê, lê agahî ji wan re nehate dayin.

AMED

Li gundê Hindêsê yê navçeya Farqînê ya Amedê, Mehmet û Farûk Îkîncîsoy ku birayên hev in, di serdegirtina malan de ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de leşkeran mal serûbin kirine û li xwediyê malê xistine.

Mehmet û Farûk Îkîncîsoy li wesayita sivîl hatin siwarkirin û birin devereke ne diyar.