Polîsên Tirk gaz avête ser çavê wekîla HDP'ê

Li Mêrdînê di dema protestokirina operasyonên qirkirina siyasî de polîsê Tirk raste rast gaz avête ser çavê wekîla HDP’ê Pero Dundar.

Li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de endama Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Semîre Kût, Hevserokê DBP’ê ya Bajêr Leyla Bozkûrt û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Nisêbînê Samiye Demîr jî di nav de 19 kes hatibûn destgîr kirin. Li Mêrdînê dihate xwestin ku çalakiya protestoyê were lidarxistin.

HDP’yiyan berî ku werin Parka Karayoollariyê polîsan qad dorpêç kir. Cadeya herî qerebalîx a bajêr Caxdeya Valî Ozan ji trafîkê re hate girtin, derdora parkê bi TOMA û wesayîtên zirxî jî nav de bi dehan polîs hatin bicih kirin.

BI GAZÊ ÊRÎŞÎ GEL Û WEKÎLA HDP’Ê KIRIN

Dema ku parlamenterên HDP’ê Tûma Çelîk, Pero Dundar û Ebrû Gunay jî di nav de HDP’yî hatin parkê polîsan li pêşiya avahiyê bi gaza bîberê êrîşî girseyêkir. Di êrîşê de raste rast polîsan gaz avête ser çavê gel û hinek welatî ji hişê xwe çûn. Polîseke din raste rast gaz avête ser çavê wekîla HDP’ê Pero Dundar.