Polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî ketin nava qada Newrozê ya li Geverê û bi xwarina gefa "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" bi bombeyên gazê êrîşî Kurdistaniyan kirin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn, zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
ANF
COLEMÊRG
sêşem, 21 adarê 2017, 11:24
Li navçeya Gever a Colemêrgê, Newroz bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' hat pîrozkirin. Lê belê polîsên tîmên taybet ên Tirk êrîşî mîtînga Newrozê kirin.
Polîsên Tirk xwestin kesekî ji qada Newrozê derxînin û binçav bikin. Gel li ber vê yekê rabû û polîsên tîmên taybet ên Tirk jî bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn, zêdeyî 10 kes jî hatin binçavkirin.
Tîmên taybet ên Tirk ên ketin nava qadê gefa "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" gef li gel xwarin û sixêf kirin. Di ser re bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê mirovên extiyar û nexweş ji ser hişê xwe çûn. Provokasyon û êrîşa polîsên Tirk dewam dike.