Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser Şaredariya Rezan a Amedê û li odeyan dest bi lêgerînê kirin.
Gelek polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser avahiya şaredariyê û di dema ku personel lê nebû, dest bi lêgerînê kirin.
Li aliyê din, Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Satici jî li mala xwe di encama serdegirtinê de hat binçavkirin. Agahî bi dest neket, bê Satici birin ku derê.
Yekane şaredariya li navenda Amedê, ku bi rêya qeyûm nehatiye desteserkirin, Şaredariya Rezanê ye. Bi vê serdegirtinê re tê gotin, amadekarî tê kirin û bi rêya qeyûm şaredariya Rezanê jî bê desteserkirin.