Polîsê Tirk zarokekî Kurd ê 5 salî kuşt

Ferhat Dalkiliç ê 5 salî yê li Amedê wesayita sivîl a polîsê Tirk lê qelibî û giran birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Mînîbusa sivîl a polîsên Tirk, ku li herêma Zanîngeha Dîcleyê di rê de bû, duh saet 17'an li Xaçerêya Seyrantepeyê li Ferhat Dalkiliç ê 5 salî ket. Dalkiliç ê giran birîndar bû rakirin servîsa lezgîn a Zanîngeha Dîcleyê. Tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin.

Piştî otopsiyê, malbatê cenazeyê Dalkiliç li gundê Kadiya Kurmanca yê navçeya Sûrê veşart.

14 MEHAN 35 KES BI VÎ RENGÎ HATIN KUŞTIN

Polîsên Tirk 14 mehên dawî li Kurdistanê 35 kes bi vî rengî kuştin.