Polîsan girtin ser mala rojnamevanên buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê

Ji ber ku rojnamevanên buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê bi rapora nexweşxaneyê îspat kiribûn ku Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatine avêtin, 4 rojnamevan hatin destgîrkirin.

Polîsan serê vê sibê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya li Wanê û malên nûçegihanên ajansê jî di nav de, gelek rojnamevan de girtin. Di serdegirtinê de nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin destgîrkirin. Polîsên di malan de lêgerîn kirin, dest danîn ser wênekêş, kamera û malzemeyên teknîkî yên rojnamevanan.

Di heman demê de, lêgerîna polîsan a li buroyê dewam dike û destûr nayê dayîn ku nûçegihanên ajansê tevlî lêgerîna li buroyê bibin. Hat hînbûn ku polîsên Şehrîban Abî destgîr kirine, ew bi xwe re birine serdegirtina buroyê.

Rojnamevan Cemîl Ûgûr ê hat destgîrkirin bûyer û belgeyên rapora Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatibûn destgîrkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxistibû holê û xistibû rojeva raya giştî.

Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin, piştî 20 rojan di beşa venêrîna awarte de ma, jiyana xwe ji dest da bû. Walîtiya Wanê, dûre derbarê bûyerê de biryara qedexeya weşanê dabû.