Polîsan li Rihayê êrîşî dawetê kirin: 3 kes bi lêdanê binçav kirin

Li Rihayê polîsan êrîşî ser daweteke li kolanê kirin, gule berdan hewayê û 3 kes bi lêdanê binçav kirin.

Polîsên Tirk bi ser daweteke ku li taxa Sancaktar a navçeya Eyyûbiye ya navenda Rihayê de girtin û 3 kes bi lêdanê binçav kirin.

Bi dehan polîsên bi motosîklet bi ser daweta li Bazara Semta Nû ya taxê girtin û bi hinceta fîşekên vala bera hewayê dane êrîşî beşdarên dawetê kirin.

Di dîmenên ku li ser telefonê ji aliyê kesên derdorê ve hatine tomarkirin de tê dîtin ku polîs êrîşî gel dikin û bi çekan guleyan ber bi hewayê ve dibarînin. Kesên ku bertek nîşanî êrîşê dan, kursî avêtin polîsan. Şukru Kaya, Halîl Kurkçu û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi lêdanê hatin binçavkirin.

Kesên ku di dema êrîşê de xwestin bi telefonên xwe wêneyan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Baroya Rihayê daxuyand ku wê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin.