Polîsan êrîşî merasîma bîranînê ya Mîr Perwer kir

Gelê ku xwest Hunermendê Kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatî qetilkirin, li ser gora wî bi bîr bîne, rastî astengiya polîsan hat. Polîsan êrîşî malbata Mîr Perwer jî kir.

Hat xwestin ku li bajarokê Ewran ê Mûşê Hunermendê Kurd Mîr Perwer ku li paytexta Fransa Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe were bîranîn.

Kesên ku xwestin beşdarî bîranînê bibin, li cihê ketina bajarok ji aliyê leşker û polîsan ve hatin sekinandin. Nehiştin ku rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din bikevin bajarok. Leşkeran biryara qedexeyê ya walî ya ketina bajarok hincet nîşan da û barîkat danîn ser rê. Girseyê ev kiryar protesto kir û ji qadê veqetiya.

Li aliyê din malbat û xizmên Mîr Perwer xwestin ku wî li ser gora wî bi bîr bînin, lê rastî astengiya bêhiqûqî ya leşkeran hatin. Tevî vê yekê jî malbat û xizmên Pîr Pewer çûn ser gora wî. Malbat ku demekî li vir ma, ji aliyê leşkeran ve hate derbkirin û ji goristanê hatin dûrxistin.

Cihê ketin û derketina goristanê ji aliyê leşkeran ve hate girtin.