Polîsan êrîşî HDP’yiyan kir: Parlementer Tosûn birîndar bû

HDP’ê xwest li hemberî tecrîda Îmraliyê û biryara BHQ'ê daxuyaniya çapemeniyê bide, polîsan êrîşî parlementer û gel kir. Di êrîşê de parlementera HDP’ê Remzîye Tosûn birîndar bû.

Rêxistina HDP’ê ya bajêr a Amedê derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nedayîna mazbatayên hevşaredarên BHQ'yî xwest li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniyê bide. Polîsan destûr nedan daxuyaniyê.

Polîsan bi wesayîtên zirxî dora parkê girtin û êrîşî parlementer û hevşaredarên HDP’ê û gel kirin. Polîsan ji TOMA’yê ava bi şid li parlementera HDP’ê Remzîye Tosûn kirin. Tosûn ji ber êrîşî ji ser hişê xwe çû.

Ji bo ku parlementer Tosûn rakirin nexweşxaneyê li benda ambûlansê ne û li parkê alozî didome.