Polîsan êriş birin ser malbata Şenyaşar

Polîsên Tirk êriş birin ser malbata Şenyaşar ku bi daxwaza 'edaletê' li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dike û dest danî ser pankartên wan. Malbata Şenyaşar li gel dorpêçiya polîsan çalakiya xwe ya li ber Edliyeyê dewam dike.

Emîne Şenyaşar ji bo hevser û du kurên xwe yên ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î hatin qetilkirin, bi daxwaza "edaletê" tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 17 roj in çalakiya rûniştinê dike.

Malbat îro jî hatin ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kir. Lê belê polîsan êriş birin ser malbatê û dest danîn ser wêne û pankartên ku malbatê hilda bû. Ferît Şenyaşar ku demeke dirêj li dijî polîsan li ber xwe da got, "17 roj in em li vir in. Heta niha we çi ji me re got, me kir. Dema ku me dest pê kir em li hundir bûn, em derxistin. Ji niha û pê ve hûn me bikuje jî ez gavekê paş ve neavêjim."

Polîsên Tirk her wiha li pêşiya rojnamevanan jî bûn asteng ku dîmen nekişînin.

Polîsan dor li malbatê Şenyaşar girtine. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di nava dorpêçiya polîsan de nobeda "edaletê" dewam dikin.