Polîsan çeka ku pê zarokê 17 salî kuşt, şand Efrînê!

Hate gotin, çeka polîsan a ku li Amedê Omer Koç ê 17 salî pê hate kuştin, şandine Efrînê. Dozger ji bo lêkolînkirina çekê daxwaz ji emniyetê kir û emniyeta Tirk jî bersiva "Ji ber ku çek li Efrînê ye me nekarî lêkolîn bikin" da.

4'ê Cotmeha 2014'an li taxa 5 Nîsanê ya Navçeya Baglar a Amedê polîsan bi tivinga seydê Omer Koç ê 17 salî kuştin. Dema Koç ji bo li maçê temaşe bike ji malê derket kolanê polîsan ji maşîneya 'Rangerê' bi tifinga seyê gule berdan Koç û li kolanê kuştin. 

Dema polîsan Koç li kolanê kuştin destûr neda ambûlans bê cihê bûyerê. Piştî dayik û bavê Koç hatin cihê bûyerê cenaze rakirin û bi ambulansa 2 kolan wê de birin nexweşxaneyê. Lê Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. 

Di heman şevê de li Bazara Sêşemê ya Taxa Huzurevlerî jî polîsan Rezan Kaya yê 20 salî kuştibûn. Polîsên ku li 5 Nîsanê û Huzurevlerî 2 ciwan kuştin, li şaxê têkoşîna li dijî terorê rapor amade kirin û wekî ku endamên rêxistinê bin û bi çekên lûledirêj êrîşî wan kiribe derbasî qeydan kirin. Li gorî rapora amade kirin, 'yekîneyên Dogan 4 û Dogan 5 li kolana Sento ya Baglar û Qada Medîne dema li dewriyê digeriyan, endamên rêxistinê lastik pêxistinbûn û 3 endamên rêxistinê bi çekan gule berdan maşîneyên polîsan'. Di raporê de îdîa kirin ku piştî endamê rêxistinê êrîş kirine wan jî bersiv dane û bê bandor kirine. 
 
ŞOPA BARÛDÊ LI DESTÊ KOÇ NEHAT DÎTIN 
 
Piştî polîsan Koç kuşt, li nexweşxaneyê otopsiya Koç hat kirin. Di muayineya de li gorî rapora otopsiyê şopa barûdê û çekê li destê Koç nehat dîtin. Li bedena Koç birîna 4 guleyên çekê hat dîtin. Hat diyar kirin ku ji bedena Koç guleyek mezin a tivinga seydê derketiye. Di rapora otopsiyê de hat diyar kirin Koç ji ber guleya tivingê ku li dil û kezeba wî ketiye û perçe kiriye jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de ku li Midûriyeta Laboratuara Kriminal hate amadekirin hat diyar kirin ku guleyên ji bedena Koç derketine li gorî lêkolîna balîstîk a li ser guleyê (Saçme) hatiye kirin, nehatiye tespîtkirin ku ji kijan tivinga seydê hatiye berdan. 
 
Dayika Koç Heremsî Koç, têkildari kuştina kurê xwe 5 meh piştî bûyerê di 12'ê Adara 2016’da gilî kir û îfade da. Dayik Heremsî Koç di îfadeya xwe de got “Kurê min Omer karê xurdeyan dikir. Saet di 19.30'an de hat mal, xwarin xwar û derket. Piştî ji malê derket dengê çekê hat min. Piştî bûyerê kesekê bi telefona Omer li min geriya û got kurê de birîndar e zû were. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştî ez hatim ser hişê xwe û çûm cihê bûyerê Omer li erdê dirêjkirî bû. Dema em çûn cihê bûyerê polîsan bi gazê mudaxale dikir. Ambulans li kolana din rawestiya bû. Min û heserê xwe rahişt Omer û me bir ambulansê." 
 
‘GOT POLÎSAN OMER KUŞT' 
 
Bav Mehmet Koç jî di îfadeya xwe de diyar kir ku piştî kurê wî piştî xwarin xwar ji bo maçê temaşe bike derket derve û kesekê bi telefona Omer li dayika wî geriya ye û got "Polîsan Omer kuşt" û wiha got: "Piştre em çûn cihê bûyerê. Dema ez çûm cihê bûyerê kurê min li kolanê dirêj bûbû. Li cihê bûyerê Ranger,  2  maşîneyên zirxî û TOMA yek hebû. Polîsan bi gazê mudaxale dikir. 
 
TIVINGA SEYDÊ LI SER POLÎS ZÎMMETKIRÎ BÛ

 
Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne, diyar kir ku bi hinceta li ser îfadeya bavê Koç ku diyar kir ku polîsan kurê wî kuştiye û îdiayên di raporên dosyayê de, pêwiste lêpirsîna dosyayê ji aliyê Buroya Sucdarên Karmendan ve bê lêpirsîn. Di Hezîrana 2016’an de dosya şand Buroya Memûran. Dozgerê Lêpirsînê di sibata 2017’an de dosya Şand Midûrê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Buroyê, der barê polîsên di nava yekîneya Dogan 4 û Doğan 5'an de cih digire agahiya ku Polisên peywirdar tivinga seydê bikar anîye ya na xwest û nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Di nivîsê de hat diyar kirin ku ji bo mudaxaleya buyerên civakî di nava yekîneyê de polîsê tevgera taybet F.K., ji bo deriyên xaniyên tîpa hucre veke, di 17'ê îlona 2015’an de tivinga seydê ya bombeyî ya 12. Cal Mosberg teslîm kiriye. Lê diyar kir ku di roja bûyerê de gule neteqandiye. 
 
POLÎS ÎDÎA KIR KU TIVING NE LI CEM WÎ BÛ
 
Endamê yekîneya Dogan 4 ku piştî bûyerê teqawît bû, polîsê tevgera taybet F.K. (53) ku bersûc e, di 19'ê Kanûna 2017’an de bi sedema "Bi çekê bûye sedema kuştinê" îfade da. Polîs F.K. jî parast ku tevli operasyonên li Sûr û Farqînê bûye û tev li hemû çalakiyên hendekan bûye. F.K. îdia kir ku piştî operasyonên hendekan bi dawî bûye Tivinga Seydê teslîmî depoyê kiriye. F.K., parast ku roja bûyerê çeka MP5 marka li ser wî bû û Tivinga Seydê ya Pompeyî ne li ser wî bû. F.K. îdîa kir ku Omer Koç ji aliyê polîsan ve nehatiye kuştin. 
 
Dozgerê Buroya Sucdarên Memûr ya girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, xwest guleya tifingê ya ji bedena Koç hat derxistin û tifinga marka Mosberk a li ser navê polîs F.K. zimetkirî bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê di di 8'ê Adara 2018’an de nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Midûrê TMŞ'ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi îmzeya xwe di 13'ê Nîsanê de nivîs ji dozgerê lêpirsînê dimeşîne re şand û got: “Li gorî nivîsa hêjmar 04/10/2015'an hatiye xwestin ku çeka polîs a marka 12 CAL. Mosbergê ku bûye sedema kuştina Omer Koç bê lêkolînkirin. Lê bi nivîsa hat xwestin der barê çeka 12 Cal Mosberg a hêjmara wê J 28 1753 lekolîn hatiye kirin. Çeka qala wê tê kirin, teslîmî zîmetta Polîsê tîmê taybet ê tev li operasyona "Zeytin Dali" bûye hatiye kirin. Ji ber vê yekê li ser vê çeka navborî lêkolîn nehatiye kirin."