Polîsan avêt ser avahiya DBP'ê
Polîsan avêt ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Çewliqê, Hevserokê bajêr binçavkirin.
Polîsan avêt ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Çewliqê, Hevserokê bajêr binçavkirin.
Polîsên ku destûra ketina avahiyê nebû hatin astengkirin, piştî destûrgirtina ji dozgeriyê li avahiya bajêr dest bi lêgerînan kirin. Piştî legerînekî dem dirêj hemû poster, afîş û pankartên li avahiyê hatin komkirin. Polîsan dest danîn ser hard dîskên bilgiseyaran.
Piştî lêgerîn bi dawî bû, Hevserokê DBP'ê yê bajêr Yavuz Kitay binçavkirin û birin Midûryeta Emniyetê.