Platforma Zimanê Kurdî: Li dijî êrişên nijadperestiyê em bibin yek

Platforma Zimanê Kurdî bal kişand ser êrişên nijadperestiyê û bang li Kurdan kir ku bibin yek û hev bi tenê nehêlin."

Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî Kurdan kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan Kurdê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Nerazîbûnên li dijî van êrişên hovane berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişan şermezar kir.

Platform, di daxuyaniya xwe de li ser armanca û sedemên êrişan rawestiya û daxwaz kir ku li her deverê Kurd li dijî êrişên bi vî rengî li hev xwedî derkevin û hev bi tenê nehêlin.

Daxuyaniya platformê wiha ye:

"Van demên dawî li ser hev êrişkarên nîjadperest li dijî Kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahiya Tirkiyeyê niha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovatiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketine holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hev diceribînin. Nirxên mirovatiyê qels bûne. Hêza tazî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê bin pê dibe. Kurd tên biçûkxistin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nîjadperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrişan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikûjin, êrişî Kurdan dikin, wan birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona 'Tirkîtiya' xwe kirine.

Ev helwesta li dijî Kurdan divê were şermezarkirin û Kurd li her cihî xwedî li hev derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên Kurd derkevin. Bila Kurd hev tenê nehêlin. Gelek caran ev êrişên nijadperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnameya Kurdan tên kirin. Nijadperestên Tirkan hebûn û nirxên Kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên Kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wana, siyaseta wana li ser pişaftina Kurdan ava dibe. Dixwazin Kurdan têk bibin. Kurdan tune bikin.

Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nijadperestên Tirkan ewqasî ji mirovatî, aqil, zanebûn û nirxên hemdemî dûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nîjadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe ve diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wana, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasname û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna Kurdan e. Em Kurd divê bi hişmendi wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedi lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê Kurd yêkrêziya xwe ava bikin, bi yêk dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû aliyan bikin ku ziman û nasnama Kurdan bê qebûlkirin."