Platforma NA li Wanê daket kolanan

Platforma NA ya Wanê daket kolanan, belavok belav kir û bang dengdêran kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin.

Platforma NA ya Wanê daket kolanan, belavokên bi sernavê 'Ji bo çi divê em bêjin NA' belav kir. Platformê der barê paketa destûra bingehîn a nû de agahî da gelê Wanê û ji gel xwest, dengê 'NA' bide.

Endamên platformê di destpêkê de daxuyaniyeke kurt dan û gotin, "Ji ber ku saziyên dewletê radestî şexsekî tê kirin, ji ber ku sîstema hiqûqê wê li gorî kêfa dilê şexsekî bixebite, ji ber ku cihêkariyê dixe nava gelan em dibêjin NA. Ji şer, şîdeta li jinê, bêkarî, taşeronî, berberîkirinê, qeyûman, girtinan, perwerdeya bi pere, talankirina ekolojî û xwezayê re NA."