Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila daxwazên Guven bên qebûlkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest, daxwazên Leyla Guven û girtiyên din ên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê werin qebûlkirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê (KESK, DÎSK, TTB, TMMOB) li ser berxwedana Leyla Guven ku 65 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li Şaxê Hejmara 2'an a DÎSK/Genel Îşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevberdevka Platformê Selvî Ok daxuyanî da û diyar kir, li ser encamên gengaz ên vê çalakiya ku ji bo mafê jiyanê tê kirin, agahî dane her kesî.

'REWŞA WÊ YA TENDURISTIYÊ LI ASTA KRÎTÎK E Û ÇALAKÎ ZÊDE DIBE'

Ok got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêşî li diyalogê vebe. Yanî divê daxwazên civakê, Birêz Leyla Guven û girtiyên din bi cih werin anîn. Berî ku dereng bimîne, ji bo diyalog û çareseriyê divê gavên pêwîst bên avêtin."

Ok encamên grevên birçîbûnê yên berê bi bîr xist û anî ziman, rewşa tenduristiyê ya Guven li asta krîtîk e û çalakiyên grevên birçîbûnê her belav dibe.

Selvî Ok bang li doktorên ji tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê berpirsyar in kir, ku li gorî Danezana Maltayê tevbigerin.

'DIVÊ SERDANA GIRTÎGEHAN BÊ KIRIN'

Hevberdevka Platformê Selvî Ok ji Odeyên Tabîban û parêzvanên mafên mirovan xwest ku serdana girtîgehan bikin ên greva birçîbûnê lê hene.