Platforma Demokrasiyê ya Êlihê: AKP’ê darbe kir

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê diyar kir ku di şewba koronayê de hiqûqa darbeyê hatiye kirin.

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê û destgîrkirina hevşaredaran îro daxuyaniyek da.

Berdevkê Serdemê ya Platformê Denîz Topkan daxuyanî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di van rojên dijwar de hemû dinya li dijî şewbê têdikoşe lê desthilatdarî pêkanînên dijdemokratîk daye ber xwe.

Ev desthilatdarî şewbê ji xwe re dike firsend û li dijî demokrasî û gel têdikoşe. Bi desteserkirina qeyyûman a di bin siya şewbê de, hiqûqa darbeyê tê kirin. Ev jî tê wateya ku civak hevrûyî şewbê bibe.

Divê her kes bibîne ku vê nêzikatiya ku bi qasî vîrusan xetere ye û qîmetê nade îradeya gel, wê têk biçe. Em bang li raya giştî dikin ku divê hevgirtin were zêdekirin û ji bo siberojên azad em helwesta xwe bikin yek.”

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê diyar kir ku Hevşaredarên Êlihê yên ku peywira wan hatiye desteserkirin, divê vegerin ser karê xwe.