'PKK sembola wêrekiyê ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî sala 44'an a damezrandina PKK'ê axivîn û destnîşan kirin ku PKK hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya sala 44'an a PKK'ê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan qala girîngiya PKK'ê kirin û armanca xwe ya vê salê ya li ser bingeha serketinê vegotin.

Gerîlaya YJA Starê Jiyanda Laşer diyar kir ku 27'ê Mijdarê encama berxwedaneke mezin e û got, "Di şexsê hevalên Kemal, Mazlûm û Sarayan de mirov vê berxwedana mezin dibînin. PKK mîrateya van hevalan e û îro jî ev mîrate li Avaşînê di berxwedana hevalên leheng de dewam dike. Hevala Sara û hevala Besê çawa ku ji serdemeke dîrokî re pêşengî kirin, li Avaşînê jî hevala Sarya û hevala Diyanayan li ser şopa wan dîrokeke şer afirandin. Hevalên Cûmalî, Mahîr, Çavrê li Werxelê berxwedaneke mezin kirin. Li Girê Sor hevala Zinarîn û hevalê Botan xwediyê mîrateya ruhê PKK'ê bûn. Van hevalan ruhê Apogerî careke din bi berxwedana xwe şênber kirin. Eger ruhê Apoyî hebe binketin nîne. Me di şerê xwe ev bi şênberî dît."

'PKK ZIMAN, GUH Û ÇAVÊ GEL E'

Gerîla Jiyanda di dewama axaftina xwe de got, "PKK ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye. Bi avabûna PKK'ê re gelekî bêziman bû xwedî ziman. Gelekî bêguh ku rastiya xwe nedibihîst bû xwedî guh û gelekî rastiya xwe nedidît bû xwedî çav."

Li ser avabûna PKK'ê gerîla Jiyanda nêrîna xwe wiha anî ziman: "Têkoşîna PKK'ê ne ji rêzê ye. Heta gihaştiye vê astê gelek şehîdên mezin da. Li her qada têkoşînê ev berdêl hatin dayin. PKK bi têkoşîneke mezin ava bû û ev têkoşîn hem li çiyê hem jî li zindanan dewam dike. Îdîaya PKK'ê ew e ku di vê salê de xwe bigihîne lûtkeyê."

'DEM DEMA RIZGARBÛNÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Herekol Amed jî bal kişand ser berxwedan û têkoşîna heyî û got, "Têkoşîna PKK'ê di sala 44'an de dewam dike. PKK îfadeya vejîna gelê Kurd e. Kurdan bi vê vejînê re êdî xwe ispat kirine, hebûna xwe danîne holê. Dem dema rizgariya gelê Kurd e."

'PKK TEVGERA TOLHILDANÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê li ser xisleta tolhildanê ya PKK'ê wiha axivî: "Rêbertî bi damezrandina partiyê re tola Hakî Karer hilanî. Bi artêşbûna gerîla tola êşkenceya li zindanên Amedê yên li Mazlûm û Kemalan hate kirin hilanî."

Têkildarî berxwedan û têkoşîna heyî ya gerîla jî wiha axivî: "Îro jî gerîla li hemberî hêza NATO'yê ya duyemîn li qadên xwe şerekî mezin dewam dike. Ev têkoşîn wê ji gelê Kurd re serketinê bîne. Li Başûrê Kurdistanê bi ruhê heval Rêberan û Serhedan artêşa NATO'yê hate şikestin. Ev pir li ber çavan e, me di destpêkê de li Zendûrayê dît ku artêşa Tirk binax bûye. Dijmin li ku hate şikestin li wir dest bi şerê dijî exlaqê kir û çekên kîmyewî bi kar anî.

Bila dewleta Tirk jî hêzên NATO'yê hemû jî zanibin ku ev şer xilas nebûye. Wê ev şer geştir û gurtir li çar parçeyên Kurdistanê bidome. Wê encamên pir mezin bi xwe re bîne."

Gerîla Zenda Amed destnîşan kir ku PKK ji roja destpêkê ve tevgereke gelekî bi bandor e û diyar kir ku di têkoşîna dijî dagirkeriyê de her tim şerekî mezin kiriye.

Gerîla Zenda di dewama nirxandinên xwe de got, "Gelê Kurd û gerîlayên ku niha di çeperan de têdikoşin, xwe dispêrin têkoşîna Kemal, Heqî û Mazlûman. PKK cihê moral û coşê ye, di heman demê de cihê hêzbûyînê ye. Em salvegera partiyê destpêkê li Rêber Apo û gelê xwe û hevalan pîroz dikin."

'PKK LI HER DERÊ YE'

Li ser têkoşîna li qadên gerîla dewam dike gerîla Zenda got, "Li dijî her cûre rêbazên şerê qirêj jî PKK li ser piyan e û têkoşîna xwe dewam dike. Dewlet Tirk nikare bi hêza me û wê hêza me ti caran têk neçe. PKK ne tenê li çiyê, lê li her derê ye. Têkoşîna me wê her tim dewam bike."

'EM BI HÊZ Û MORAL IN'

Gerîlayeke din a YJA Starê Dîcle Rojava jî li ser salvegera PKK'ê got, "Em di destpêkê de salvegera partiyê pîroz dikin. Bi taybetî vê rojê li hevalên xwe yên di çeperan de pîroz dikin. Di rojeke wiha de hêz û moralê me di cih de ye."

Têkildarî têkoşîna heyî gerîla Dîcle ev nirxandin kir: "Şerekî pir mezin heye. Ev di asta fedayîbûnê de dewam dike. Dijmin bila baş zanibe ku çekên di destê wan de nikare hêza gerîla têk bibe. Keda li ser me hatiye dayin keda Rêbertî ye. Dijmin nikare vê kedê têk bibe û tê de sistahiyê çêbike. Li her derê gerîla heye, gerîla gel e, gel jî li her derê ye. Ji ber vê jî gerîla ti carî nakeve."

'KURDISTAN WÊ JI DAGIRKERAN RE BIBE GORISTAN'

Gerîla Dîcle li ser sala 44'an a PKK'ê û armancên xwe wiha pênase kir: "Îdîa û armanca me ew e ku dijmin bi çi rêbazê were bila were em ê lê bidin. Dijmin dixwaze bi hêsanî li ser axa Kurdistanê bi cih bibe, lê em ê rê nedin vê yekê. Qadên ku dijmin dixwaze lê bi cih bibe em ê li dijmin bikin goristan. Em ê nehêlin ku dijmin bi hêsanî gavê biavêje, nehêlin bi hêsanî li axa Kurdistanê bimîne. Li ser vê bingehê em ê têkoşîneke xurt bi îradeyeke mezin û fedayîbûna herî rast, bi ruhê Zîlanan, bi ruhê Bêrîtanan, bi ruhê Egîdan, bi ruhê Kemalan bimeşînin, şer bikin û bi ser bikevin."