'PKK her wiha tevgereke Başûrî ye û li ber dagirkeriyê radibe'

Ji fermandarên HPG'ê Egîd Kelar diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hem Başûrê Kurdistanê dagir bike, hem jî têkiliya navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qut bike. Kelar bang li rewşenbîr, ciwan û pêşmergeyan kir ku li cem gerîla cih bigirin.

Yek ji fermandarên HPG'ê Egîd Kelar, li ser armanca dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, nêzîkatiya hin rayedarên hikumeta Başûr, helwesta gel û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî.

GERÎLA JI BIHARÊ VE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ DIPARÊZE

Fermandar Kelar diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ew e ku tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike û ji bo vê jî PKK'ê weke bahane nîşan dide. 

Kelar anî ziman ku armanca dagirkeriyê ya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî eşkere diyar bû û got, "Ji biharê û vir ve êrîşên xwe yên ji bo dagirkeriyê li herêma Bradostê, li herêma Behdînanê didomîne. Hevalên me li herêma Behdînanê, li Xakurkê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ya rast, hevalên me ji biharê û vir ve li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê diparêzin."

EGER NE JI TIRKIYEYÊ BÛYA WÊ REFERANDÛMA LI BAŞÛR BI SER BIKETA

Kelar da xuyakirin ku AKP hatiye ser xeta MHP'ê, MHP jî partiyeke faşîst e, tiştekî bi navê Kurdan qebûl nake û wiha dewam kir: "Di navbera AKP û MHP'ê de niha tu cudahî nîne. Ji xwe bi hev re beşdarî hilbijartinên dawî bûn. MHP tiştekî li ser navê Kurdan qebûl nake, di rastiyê de AKP'ê jî wiha ye. Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê referandûm kir, lê ew referandûm qebûl nekir. Li dijî wê rawestiya. Eger Tirkiye nebûya referandûma li Başûrê Kurdistanê wê bi ser biketa. Yên ku bi şêwazeke herî dijwar li ber referandûma Başûrê Kurdistanê rabûn AKP û MHP bûn. Destketiyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Hewldana wan ji bo wê yekê ye ku Başûrê Kurdistanê bêhtir lawaz bikin. Ji bo vê jî PKK'ê weke bahane nîşan didin. Divê her kes bi vê zanibe. Pêwîste her kes rastiya AKP-MHP'ê û armanca wan a dagirkeriyê zanibin û li dijî wan rawestin. Divê hîn bêhtir piştgiriyê bidin hevalan. Girîng e ciwan û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê destekê bidin berxwedana hevalan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Daxwaza me ji gel ew e ku haya xwe ji plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hebe û li dijî vê yekê piştgiriyê bidin gerîla."

PKK DI HEMAN DEMÊ DE TEVGEREKE JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Fermandar Kelar destnîşan kir ku PKK tevgereke Kurdistanî ye, lewma li her beşên Kurdistanê heye û wiha dewam kir: "PKK di heman demê de tevgereke ji Başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare vê înkar bike. Heval beşdarî şerê Celewla bûn, ji bo azadkirina Celewla li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Li Kerkûkê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û li wê derê hevalên me şehîd jî bûn. Li Şengalê hevalan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û niha jî berxwedan dewam dike ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê. Yanî PKK di heman demê de hereketeke Başûrê Kurdistanê ye. PKK ne tenê ya Bakur e, PKK her wiha ya Başûrê Kurdistanê ye. Nabe ku bê înkarkirin ku PKK tevgereke Başûrî nîne. Îspat bû ku PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye. Kengî êrîş li ser Başûrê Kurdistanê bû, PKK'ê Başûrê Kurdistanê parast."

ŞERÊ QENDÎLÊ ŞERÊ PARASTINA TEVAHIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Egîd Kelar anî ziman ku yên beriya niha êrîşî Başûr dikir DAÎŞ bû, lê niha dewleta Tirk e û got, "Ya rast, DAÎŞ û Tirkiye dewama hev in. Pêwîste ev rastî were zanîn û bi vî şêweyî şerê Qendîlê bê fêhmkirin. Şerê Qendîlê şerê parastina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Lewma pêwîste mesele weke xwe bê şîrovekirin. Nîşandana PKK'ê weke dagirker xizmetê ji dagirkeran re dike. Niha hinek dengê cuda derdikevin ku PKK'ê weke dagirker nîşan didin. Lê belê eleqeya vê yekê bi rastiyê nîne. Em ji xelkê Başûrê Kurdistanê ne, çawa dibe ku em dagirker bin? Me ku derê dagir kiriye? Yek dema li welatê xwe be, welatê xwe biparêze gelo ew çawa dibe dagirker? Artêşa Tirk hatiye Başûrê Kurdistanê, em li dijî wê artêşê şer dikin û li ber xwe didin. Çawa dibe ku em dagirker bin? Lewma gotinên wiha dûrî ji rastiyê ne. Xizmetê ji dagirkeran re, ji Tirkiyeyê re dikin. Ji ber vê yekê divê gelê me bi vê rastiyê zanibe. Û pêwîste bi şêweyekî xurt li dijî wan daxuyaniyan raweste. Dema tu rabe navê dagirkeriyê li hêzeke ku Başûrê Kurdistanê bi berxwedana xwe diparêze bike, ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku xizmetê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re dike. PKK dagirker nîne, PKK hêzeke ji Başûrê Kurdistanê ye. Û ji bo parastina Başûrê Kurdistanê em amade ne canê xwe feda bikin, ku me ev yek kiriye."

YEK JI ARMANCÊN DEWLETA TIRK QUTKIRINA TÊKILIYA NAVBERA BAŞÛR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ YE

Fermandar Kelar da xuyakirin ku gelek armancên dewleta Tirk ji dagirkeriyê hene û ev tespît kir: "Yek ji wan jî ew e ku bi ketina nava Başûrê Kurdistanê re sînorê Başûr bi Îranê re bibire. Her wiha dixwaze Kerkûk û Mûsilê jî dagir bike. Ji bo van armancên xwe PKK'ê dike bahane. Ev planên Tirkiyeyê eşkere ne, ji aliyê her kesî ve tê zanîn."

GELÊ BAŞÛR DIVÊ RABE SERHILDANÊ

Kelar diyar kir, li dijî vê dagirkeriyê divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê rabe serhildanê û got, "Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê niha bê helwest nîne. Bi taybetî hatina ciwanan a ji bo Qendîlê tiştekî pîroz e û gelekî baş e. Pêwîste helwesteke xurtir were nîşandan û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê bibe mertalên zindî. Çawa ku ciwan bi şêweyê mertalên zindî parastina Qendîlê dikin, pêwîste gelê me jî bi rengê mertalên zindî helwestê nîşan bide. Dakevin kolanan, rabin serhildanê. Divê her roj çalakî bên lidarxistin. Ji ber ku dagirkeriya vê carê cuda ye. Dagirkerî dixwaze vê carê sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji hev qut bike. Êrîşên li ser Bradostê tê wateya qutkirina sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Lewma divê li Rojhilatê Kurdistanê jî ev helwest neyê qebûlkirin. Û Rojhilatê Kurdistanê jî bikeve nava meseleyê û xwedî helwest be. Yanî hatina Tirkiyeyê bi bahaneya PKK'ê ji bo armancên cuda û mezintir e. Divê gelê me baş bi vê rastiyê zanibe."

BANGA LI REWŞENBÎR Û CIWANAN

Fermandar Egîd Kelar da xuaykirin ku divê gel bi şêweyekî zanebûn tevbigere, bi berdewamî di nava çalakiyan de be û got, "Lewma rola gelê Başûrê Kurdistanê jî heye. Bi taybetî rewşenbîr û ciwan divê helwesta xwe bi hêz bikin. Ne tenê Qendîl divê biçin Bradostê jî. Bi vî şêweyî Başûrê Kurdistanê dikare were parastin. Gerîla bi rola xwe radibe û ji bo pêşîgirtina li dagirkirina Başûrê Kurdistanê amade yefedakariyeke mezintir jî bike. Gerîla hêzeke neteweyî ye, li ku devera Kurdistanê pêwîstî pê hebe li wir e. Ne tenê Celewla eger pêwîst bike em ê li Kirmanşar jî bin, li Ûrmiyê jî bin. Pêwîst bike em ê li Efrînê jî bin. Li ku devera Kurdistanê pêwîstî pê hebe em ê li wir bin. Divê her kes bi vî rengî gerîla fêhm bike, HPG'ê bi vî rengî binase. HPG weke navê xwe 'Hêzên Parastina Gel' li ku derê pêwîstiya gelê Kurdistan hebe gerîla li wir e. Ji ber vê yekê niha li Başûrê Kurdistanê ye. Hebûna gerîla li ser vê esasê ye. Hebûna gerîla ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ye. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê parastinê dike, li Başûrê Kurdistanê jî bê cudahî parastinê dike. Pênasekirina gerîla bi şêwazekî din rast nîne. Pênasekirina gerîla weke dagirker tenê xizmetê ji dagirkeriyê re dike. Em vê yekê rast nabînin. Lewma pêwîste ev nêzîkatî were sererastkirin."

DIVÊ PÊŞMERGE JÎ BI GERÎLA RE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN

Kelar işaret bi girîngiya berxwedana gerîla kir û got, "Kesên ku xwe weke pêşmerge bi nav dikin, çawa ku li Celewla, li Kerkûk û Şengalê li cem hevalan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, divê niha li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirk jî şer bikin. ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha gelekî cuda ye. Pêwîste xeta MHP'ê baş were zanîn. Xeta MHP'ê xeteke dagirkerî ye, faşîst e, înkarkirina Kurdan e, nenaskirina Kurdan e. Referandûma ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat, eger ne ji Tirkiyeyê bûya bi ser diket. Divê her kes bi vê zanibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyan li dar bixin û bang li pêşmergeyan dikin ku li gel gerîla û hevalan di çeperên berxwedanê de bin. Em bangê li ciwanan dikin ku çalakiyên xwe bi hêztir bikin, tenê li Qendîlê nesekinin û berê xwe bidin Bradostê jî. Li Xakurkê jî hebin. Li herêma Behdînan jî hebin. Di vê çarçoveyê de em kar û têkoşîna ciwanan kêm nabînin, destxweşiyê li wan dikin, lê belê divê bigihêje wê astê ku pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigire. Em destxweşiya kesên beşdarî çalakiyan bûne dikin. Ji destxweşiyê zêdetir ev yek erkê wan bi xwe ye. Ew erkê xwe, erkê welatparêziyê bi cih tînin. Girîng e mirov li hemberî dagirkeriyê hişyar bin. Li dijî dagirkeriyê çi ji destê kê tê divê bike."