PKK hebûna gelekî parast

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku PKK'ê hebûna gelekî parast.

Gerîla Devrîm Çavreş, Welat Agir û Arîn Çiya bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Welat Agir: PKK'ê li Kurdistanê nasname û hebûna gelekî parast. Gelê Kurd ê ku êrîş lê dihate kirin û di bin qirkirinê de bû, jinûve rakir ser piyan.

Têkoşîna ku piştî damezrandina PKK'ê destpê kir hîn jî dewam dike. Bi taybetî 8 salên dawî êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dikin.

PKK navê berxwedan, têkoşîn û fedakariyê ye. Van taybetmendiyan hem PKK, hem jî gelê Kurd gihand asta herî bilind. biryardariya me ya ji bo sala 2024'an ew e ku dijmin li her qadê têk bibin. Têkoşîna ku me di sala 2023'an de da meşandin gelekî bi lehengî bû. Dijminê ku nekarî berxwedana gerîla bişikîne, li dijî gerîla li her qadê çekên kîmyewî bi kar anî. Ev êrîş di heman demê de tunebûna dijmin jî nîşan dide. Dewleta Tirk a ku li hemberî berxwedana nîv sedsalî ya PKK'ê bêçare maye, her roj ji dewletekê alîkariyê dixwaze.

Berdêla ku em bidin çiqasî giran jî be serketin wê ya gerîlayên serketinê û gelê Kurd be.

Arîn Çiya: Ji vê têkoşîna ku li çiyayên azad li dijî dijmin tê meşandin hêzên YJA Starê pêşengiyê dikin. Dewleta Tirk li pêşberî çalakiyên gerîla negihîşt armanca xwe. Rêber Apo dibêje ku ev şoreş şoreşa jinê ye, lewma şoreşeke ku ji aliyê jinan ve hatiye afirandin. Heta ku gelê Kurd, jin û ciwan li ser piyan bin wê ev têkoşîn bigihêje jiyaneke azad û bi ser bikeve.

Devrîm Çavreş: PKK di 27'ê Mijdara 1978'an de bi têkoşîna Rêber Apo û hevrêyên wî ava bû. Ji wê rojê ve di vê rêyê de tevkariyên mezin hatin kirin. Bi saya berdêlên giran em gihîştin vê astê.

PKK ji dema damezrandinê û vir ve gelek zor û zehmetî dît, gelek berdêl da. Bi saya van berdêlan PKK li Kurdistanê bû yekane tevger ku ewqasî demdirêj têdikoşe.

Di vê berxwedanê rola jinan, tevlîbûna wan a li jiyanê û pêşengiya ji şer re, bingeha têkoşînê ava dike. PKK bi vî rengî hîn bi xurtî xwe bi rêxistin kir û li her devera cîhanê belav bû. Ev yek jî bi saya îdeolojiya Rêberê me û keda şehîdên me bû. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me û bidawîkirina zilma li gelê me em ê têkoşînê heta dawiyê dewam bikin.