PKK: Êrîşa li Şengalê, dewama qirkirina Êzidiyan e
PKK'ê bal kişand ser planên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd û diyar kir, PDK'ê jî di van êrîşên xwe de bi kar tînin.
PKK'ê bal kişand ser planên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd û diyar kir, PDK'ê jî di van êrîşên xwe de bi kar tînin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku êrîşa li Şengalê dewama êrîşa qirkirina Êzidiyan e, ku di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat destpêkirin.
PKK'ê bal kişand ser planên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd û diyar kir, PDK'ê jî di van êrîşên xwe de bi kar tînin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Beriya her tiştî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em li wan jinan ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin, em serketina mezin ji wan re dixwazin; yên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin. Di şexsê şervana mezin a azadiyê hevrê Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) de em hemû şehîdên leheng ên Têkoşîna Azadiya Jinê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em ji dil bawer dikin, ku bi berxwedana jinê wê jiyana azad bi ser bikeve."
ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ PLANA TIRKIYEYÊ YE
PKK'ê bibîr xist, di 2-3'ê Adarê de çeteyên destekê ji AKP-PDK'ê dibînin, ji bo dagirkirinê êrîşî diyare qedîm ê Kurdîtiyê Şengalê kirine û destnîşan kir, çeteyên êrîşî Şengalê kirine, ew çete ne ku demeke dirêj li Başîkayê ji aliyê artêşa Tirk û PDK'ê ve dihatin perwerdekirin.
Daxuyaniya PKK'ê wiha dewam kir:
"Tê fêhmkirin ku çeteyên ku li Xanesorê bi cih bûne armanc dikin ku Şengalê têxin jêr kontrola xwe, dixwazin vîna xwerêveberiya demokratîk a gelê me yê Kurd ê Êzîdî bişkînin, derbê li hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ’ê bixin û qirkirina Kurdên Êzîdî ya ku DAIŞ’ê dayî destpêkirin temam bikin. Ji vê hêlê ve berdewamiya êrîşa qirker a DAIŞ’ê ye ku 3’yê Tebaxa 2014’an hatiye pêkanîn. Yên ku 3’ê Tebaxê ji DAIŞ’ê reviyan, niha vegeriyane û li wan hêzan dixin ku Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirine.
Êrîşa di behsê de ji ber ku piştî serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Enqereyê û piştî hevdîtinên bi Rêveberiya TC’ê re pêk hatiye, ev jî nîşan dide ku plana êrîşê li Enqereyê hatiye amadekirin. Ji bo vê jî berdewamiya êrîşa qirqer a faşîst a giştî ya faşîzma AKP-MHP’ê ye, ku 24’ê Tîrmeha 2015’an bi ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê de dane destpêkirin. Dibe parçeyek ji êrîşên artêşa Tirk ên li Efrîn, Minbic, Nisêbîn û gundên Licê de.
Tê zanîn ku ev hemû êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê armanc dike ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bitepisîne û qirkirina Kurdan pêk bîne. Bi rengekî eşkere xuya dike ku faşîzma AKP-MHP’ê li ser bingehê van êrîşan dixwaze li ser civakê zextê çêbike û bi vî rengî jî ji referandûmê serkeftî derbikeve. Diyar dibe, bi taybetî jî bi êrîşên li ser Minbicê û Şengalê tê xwestin ku Operasyonên Reqa û Mûsilê yê dijî çeteyên DAIŞ a faşîst were astengkirin û pûçkirin. Tê fêhmkirin, tê xwestin ku PDK jî ji bo van hemû armancan were bikaranîn."
GIRÎNGIYA KONGREYA NETEWEYÎ
Komîteya Rêveber da xuyakirin, ku weke PKK'ê wan hewl dane pirsgirêkan bi hevdîtina bi rêveberiya PDK'ê re çareser bikin û di pêvajoyeke ewçend krîtîk de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ku bi kêrî hemû Kurdan tê, bicivînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalbendiya Rêveberiya PDK’ê ya bi AKP’ê re ku bi xeta dijî Kurd û faşîst a MHP’ê re bûye yek û êrîşên leşkerî yên di behsê de pêk tîne, hewldaneke pir bi taloke ye, bi nakok e û pir bi zerar e. Em hêvî dikin ku Rêveberiya PDK’ê dev ji van helwestên wiha biqere û hêzên xwe yên êrîşkar ên di behsê de demildest vekişîne. Divê Rêveberiya PDK’ê bizanibe, têkiliyên berdest ên bi AKP’ê ya destbixwîn re û bi Rêveberên TC’ê re, tenê ziyanê nadin Bakurê Kurdistanê lê bi heman rêjeyê ziyanê didin Başûrê Kurdistanê jî. Divê çavek li têkiliyên berdest were xistin û rastkirin."
EM GELÊ XWE YÊ ŞENGALÊ SILAV DIKIN
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em hêzên YBŞ û YJŞ’ê, dîsa gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê û gelê xwe yê Kurdên Êzîdî yên Şengalê yên ku li dijî êrîşên çeteyên di jêr kontrola AKP-MHP’ê de ne, li ber xwe dane û şehîdên leheng ên berxwedana di behsê de bi hurmet bi bîr tînin. Em weke Partî, li kûderê dibe bila bibe, peywir û berpirsyariyeke me ya dîrokî heye ku gelê Kurd biparêzin. Bi taybetî li dijî êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên me yên gerîla ji bo qirkirina DAIŞ’ê bide rawestandin, ji bo ewlekariya gelê me yê Êzîdî yê Şengalê berpirsyariyeke taybet daye ser milê xwe. Divê were zanîn li dijî her cure êrîşê em ê berpirsyariya xwe ya di behsê de bi cih bînin û her demê em ê li cem gelê xwe yê Kurd ê Êzîdî bin.
Em weke Tevgera PKK’ê, tim li gel wê ne ku arîşe û kêşeyên xwe bi rêbaza siyaseta demokratîk çareser bikin. Lê li ber çavan e ku li dijî her cur êrîşên bi ser Tevgera me de û bi ser gelê me de em xwedî wê hêzê ne ku dikarin li ber xwe bidin û wan têxin pêvajoya têkbirinê. Ji bo vê jî divê çi kesek nekeve wê şaşitiya ku Tevgera me ya Azadî biceribîne. Divê lêgerîna me ya çareseriya siyaseta demokratîk weke qelsiyekê neyê dîtin. Bi taybetjî jî çareserkirina arîşên navxweyî yên Kurd ya bi rêbaza siyaseta demokratîk di berjewendiya her kesî de û di berjwendiya hemû gelê me de ye. Ji bo vê jî em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurd û derdorên demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên provakatîf bibin xwedî helwest û ji bo ku arîşe bi rêbaza siyaseta demokratîk çareser bibin, hewl bidin.
ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ JI BO HEMÛ KURDAN ÊRÎŞEKE PIR GIRAN E Û ÊŞDAR E
Diyar e ku êrîşa bi ser Şengalê de ya heyî, ji bo Kurdan êrîşeke pir giran e û êşdar e. Bi tayebetî jî ji ber ku ev rewş weke provakasyona rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê pêk hatiye, rewşeke hê cidîtir e. Êrîşa di behsê de hem ziyanê dide hemû Kurdan, bi taybetî jî ziyanê de gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî. Li ser vê zemînê di serî de gelê me yên Başûrê Kurdistanê û partiyên wê yên siyasî, em bang li gelê xwe yê hemû parçeyan û hêzên demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên xayîn ên çeteyan û li dijî provakasyonên bi vî rengî helwesta xwe diyar bikin û têbikoşin.
Diyar e ku faşîzma AKP-MHP’ê ya berdest hêzeke wiha barbar e ku tenê ne bûye bela serê Kurdan, bûye bela serê hemû gelên herêmê û mirovahiyê. Her roj êrîşê bi ser deverekê de tîne û ti nirxên mirovî nas nake. Bi komkujiyên xwe yên bi ser Kurdan de, li ber çavê dinyayê sûcê qirkeriyê dike. Hemû kesên ku xwedî nirxên însanî û demokratîk in, li dijî vê barbariya faşîst divê bibe xwedî helwest û nebe temeşevanê êrîşên qirker ên bi ser Kurdan de.
'BI HARBÛNA TÊKÇÛNÊ ÊRÎŞ DIKIN'
Diyar e ku faşîzma AKP-MHP’ê ji ber têkçûna ku dijî û tecrîdbûna ji dinyayê har bûye û li dijî gelê me yê Bakurê Kurdistanê her cure êrîşan pêk tîne. Diyar e ku têkçûn çi qas bilez dibe û 16’ê Nîsanê nêz dibe wê êrîşên xwe yên hov û komkujiyên xwe zêdetir bike. Ji bo vê jî di serî hêzên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê, hemû gelê me divê vê bibînin û li dijî êrîşkariya qirqer-faşîst a di behsê de, berxwedana azadiyê geş bikin. Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê pir nêz bûye. Bi giyanê berxwedêr û azadiyê yê 8’ê Adarê û Newrozê heke mirov bi ser de biçe, di pêvajoya referandûmê de wê faşîst têk biçe û di bin dîrokê de bimîne. Di serî de jin û ciwan, hemû gelê me û hêzên demokratîk ên Tirkiyê divê mil bidin hev û vê peywira dîrokî pêk bînin.
Dîktatoriya faşîst-qirker û nokeriya-îxanetî wê têk biçe, gelên me û mirovahî wê bi ser bikeve!"