PKK: Em bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir, ku li ti astengiyan nealiqin û cejna Newrozê bi ruhê berxwedan û azadiyê pîroz bikin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di Newrozeke nû de ne, ku roja me ya yekîtî, berxwedan û azadiyê ye. Weke tevger û gel, em bi biryardariyeke mezin ku di dirûşma 'Em ê bi teqezî bi ser bikevin' tê nîşandan, Newroza îsal pîroz dikin. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiyê ne û bi vî rengî em dest bi sala nû ya Newrozê dikin. Li ser vê bingehê, em cejna azadî û berxwedanê Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, hemû hevrêyan, gelê me yê welatparêz û dostên hêja pîroz dikin û di sala nû ya Newrozê de serketinê dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan de, em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Di vê Newrozê de em ê xwe di xeta şehîdên xwe de hê bi xurtî nû bikin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi ser bixînin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li gorî rîwayeta 2629 sal beriya bi berxwedana Newrozê re gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya Medan li hev civiyan, desthilatdariya Dehaq ê zalim hilweşandin û herêm azad kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev pêvajo di heman demê de destpêkirina gelbûyîn û cih û warbûna Kurdan e. Dîrok her tim dubare nake, lê belê îro rewşeke bi heman rengî heye. Li dijî faşîzma DAIŞ û AKP-MHP'ê ku Dehaqên serdema îro ne, gelê Kurd îro jî têkoşîneke mezin a azadî û demokrasiyê dimeşîne. Di nava vê têkoşînê de gelên Rojhilata Navîn gav bi gav li hev dicivîne. Roja Azadiyê ya li Kurdistanê hilat, careke din tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ronî dike.

'EM Ê PAŞVERÛTIYA QIRKER A FAŞÎST Û NOKERÊN WÊ JI KURDISTANÊ BIBIN Û BIQEWIRÎNIN'

Em li ser vê bingehê dest bi saleke nû ya Newrozê dikin. Gelê me, yê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin bûye yek, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke mezin a hebûn û azadiyê dide. Dijminê qirker, mêtînger û faşîst, ne kêmî Dehaq ê zalim e. Êrîşkariya faşîst-qirker, xwe dispêre her şêwe qelsiya îdeolojîk-rêxistinî û nokeriyê û bi teror û komkujiyên hovane dixwaze tevgera me ya azadiyê tine bike û qirkirina Kurdan temam bike. Berxwedana azadiyê ya gelê me ku bi pêşengiya hêzên me yên gerîla yên leheng û rêxistinên me yên jin û ciwanan li dijî vê yekê tê meşandin, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serketinên mezin bi dest dixîne û ji her demê bêhtir gelê me nêzî azadiyê kiriye. Biryardarî û vîna serketinê li ser vê bingehê derdikeve holê û bûyerên di dema pêş de li Kurdistanê û derdorê biqewimin, diyar dike.

Weke tevger û gel, em bi ruh û biryardariyeke bi vî rengî ya berxwedanê dest bi saleke nû ya Newrozê dikin. Her roj şehîdên me yên leheng çêdibin û em berdêlên giran didin. Lê ti ji van belasebep nînin û roj bi roj em serketinên nû bi dest dixin. Eşkere ye; parastina hebûnê û jiyana azad hêsan nîne. Hin hêzên ku ruhê nokeriyê bi wan re heye, hewl didin têkoşîna azadiyê ya bi lehengiyeke mezin û li ser xeta fedayî tê meşandin, reş bikin. Lê ev hewldanên wan pûç in û bê encam in. Heta ji wan tê bila li ber deriyê efendiyên xwe dengê xwe bilind bikin. Weke mirovên ku bi ruh û eşqa azadiyê xemilîne û ji bilî jiyana azad tiştekî din qebûl nakin, em ê têkoşîna xwe ya pîroz a hebûn û azadiyê di sala nû ya Newrozê de xurtir bikin û hem pavşerûtiya qirker-faşîst, hem jî nokerên wê ji Kurdistanê bibin, biqewirînin.

'EM BI RUHÊ NEWROZÊ ŞOREŞA AZADIYÊ MEZIN BIKIN'

Em berxwedana azadî û hebûnê, ku bi vê bîr û baweriyê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat geş dibe bi ruhê Newrozê silav dikin û di sala nû ya Newrozê de serketinê dixwazin. Em di serî de berxwedana xwerêveberiya demokratîk a ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ji aliyê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ve hat afirandin silav dikin, şehîdên leheng bi rêzdarî silav dikin û bi taybetî bang li gelê me yê li Amed, Wan û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dikin ku qadên Newrozê dagirin û hesab ji faşîzmê bipirsin. Di heman demê de, em şerê şoreşgerî yê mezin ê ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ û AKP'ê dimeşîne silav dikin, şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û bang dikin, ku Newrozê bi coş pîroz bikin û bi ruhê Newrozê şoreşa azadiyê mezin bikin.

Keleha herî bi wateya ya roja îro, bê şik û bê guman Şengal e. Berxwedana Şengalê ya dîrokî, ku rê neda faşîzma DAIŞ'ê, niha jî rê nade dek û dolabên faşîzma AKP'ê û nokeran. Li ser vê bingehê em berxwedêrên Şengalê yên leheng û gelê me yê Kurd ê Êzidî silav dikin, Newrozê li wan pîroz dikin û bang dikin ku di sala nû ya Newrozê de yekîtî û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Wekî din, em Newrozê li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê jî silav dikin û bang li wan dikin, ku li dijî lîstikên dijmin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û xwedî li gelê me yê Kurd ê Êzidî yê li Şengalê derkevin. Em Newrozê li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û em jê bawer in, ku wê yekîtî û rêxistinbûna xwe xurt bikin û ji hemû gengaziyan re amade bin. Gelê me yê li derveyî welat, mîna her carê di vê pêvajoya krîtîk de jî bi erka xwe radibe. Li ser vê bingehê Newrozê li wan pîroz dikin û bawer in ku wê qadên Newrozê dagirin, bi ruhê Newrozê bixebitin û dostên me zêde bikin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat in dikin, ku li ti astengiyan nealiqin, cejna xwe ya Newrozê bi ruhekî mezin ê berxwedan û azadiyê pîroz bikin, li her derê qadên Newrozê dagirin, di sala nû ya Newrozê de rêxistinbûna xwe zêde bikin, bibin yek û têkoşîna 'Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re' mezintir bikin."