PKK: Em 1'ê Gulanê bi ruhê têkoşîna li dijî tecrîdê pêşwazî dikin

PKK: Em 1'ê Gulanê bi pêngava berxwedanê 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' pêşwazî dikin. Em ruhê têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê yê 1'ê Gulanê û pêngava xwe ya berxwedanê ya li dijî tecrîdê dikin yek.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Di şexsê çîna karker de em 1'ê Gulanê pêşwazî dikin ku roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya kedkaran, gelên bindest û jinan e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li çar aliyên dinyayê 1'ê Gulanê bi xurt û bi hêvî tê pîrozkirin. Em; gel û tevger, bi têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker dimeşînin, vê 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Şerê xwe yê serketî yê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê ku bû belayê serê gelên Rojhilata Navîn, bi pêngava xwe ya berxwedanê ya bi navê 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dimeşînin. Li ser vê bingehê, em 1'ê Gulanê li karker û kedkarên ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê têdikoşin, li gelên bindest hemûyan pîroz dikin û serketinê dixwazin.

Di serî de gelê me, gelan û bindestan hemûyan têkoşîna xwe ya herî mezin a azadî û demokrasiyê di 1'ê Gulanê de meşandine, şehîdên xwe yên herî hêja di nava vê têkoşînê de dane. Heman têkoşîn niha jî li çar aliyên dinyayê bi rengê herî xurt didomînin û şehîdan didin. Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulana 1977'an û fermandarê me yê gerîla yê şehîd hevrê Ramazan Kaplan de, şehîdên xwe yên 1'ê Gulanê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan pêk bînin û xwedî li bîranînên wan derkevin.

Bêguman utopya sosyalîzmê herî zêde di rastiya 1'ê Gulanê de berbiçav bûye. 1'ê Gulanê ji bo azadî, wekheviya cihêreng, parvekirina komunal û piştevaniyê bûye navend û ruhê têkoşînê. Sosyalîzm rastiya zindiyan îfade dike. Ji ber vê yekê ti êrîşên modernîteya kapîtalîst nikare ruhê 1'ê Gulanê lawaz bike, nikare wate û girîngiya 1'ê Gulanê ji bo bindestan kêm bike. Berevajî, têgihiştin û ruhê têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê yên 1'ê Gulanê, rê li ber pêşveçûna têkoşîna azadî û demokrasiyê vedikin.

PÎVANÊN SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK BI AMÛRA DEWLETÊ BI CIH NAYÊN ANÎN

Şerê Sêyemîn ê Dinyayê ku di navbera sîstema sermayeyê ya global û statukoparêziya netewe-dewletê diqewime û navenda wê Rojhilata Navîn e, ji bo gelên Rojhilata Navîn û bindestan hemûyan derfet û firsendên xurt ên têkoşîna li dijî êrîşên faşîst û mêtingeriya kapîtalîst a global pêşkêş dike. Mirovahî û bindest hemû hewl didin vê pêvajoya piştî têkçûna Reel Sosyalîzmê derketiye holê rast fêhm bikin û derfetên têkoşînê bi kar bînin. Li ser vê bingehê, têkoşîna sosyalîzma demokratîk a li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst li her qadê berfireh dibe.

Lê belê ji bo têkoşîna azadiyê, wekheviya cihêrengiyê û demokrasiyê hîn bi xurtî were meşandin, pêwîste sedemên têkçûna reel sosyalîzmê bi berfirehî û kûrahî bên nirxandin û fêhmkirin, rastiya modernîteya kapîtalîst û rewşa wê ya heyî rast û bi kûrahî bê analîzkirin û li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst feraset, bername û rêbazeke rast a têkoşînê bê afirandin. Di vê mijarê de gelekî girîng e bê dîtin û fêhmkirin ku bi amûrên desthilatdarî û dewletê, azadî, wekheviya cihêrengî û parvekirina komunal ku pîvanên sosyalîzma demokratîk in, bi cih nayên anîn.  Di vê çarçoveyê de gelekî girîng e ku Teoriya Modernîteya Demokratîk bê nîqaşkirin û esas were girtin ku Rêber Abdullah Ocalan afirandiye û rêya têkoşînê ya rizgariya bindestan ronî dike. Li ser vê bingehê em bang li hêzên şoreşger û sosyalîst hemûyan dikin; van xusûsan bi rengekî cidî û hevgirtî binirxînin, bibînin ku sosyalîzma demokratîk bi amûrê desthilatdarî û dewletê ava nabe, li ser bingeha civaka demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya civakî weke partî û tevger bikevin nava liv û tevgerê.

Eşkere ye ku dinyayeke ku sosyalîzma demokratîk pêşengiyê jê re nake ne dinyayeke ku mirov dikarin bijîn. Dinyaya me ku di destê yekdestên kapîtalîst de ye li ber tinebûnê ye. Kapîtalîzm tê wateya krîz, kaos, mêtingerî û şer. Sîstema modernîteya kapîtalîst ji xwe nikare ji nava Şerê Sêyemîn ê Dinyayê derkeve û dixwaze di nava krîz û kaosê de serweriya li dinyayê bidomîne û dinyayê birêve bibe. Divê kes ne li bendê be ku sîstema modernîteya kapîtalîst bi Hêza xwe karibe ji nava vê krîz û kaosê derkeve, ya jî vê yekê sivik bike. Lewma yekane alternatîfa ku dikare mirovahiyê ji nava şer, mêtingerî, zext û newekheviyê rizgar bike, sosyalîzma demokratîk e. Wê demê divê em karê avakirina modernîteya demokratîk ku wê me ber bi sosyalîzmê ve bibe bidomînin û timî di nava şoreşa modernîteya demokratîk de cih bigirin.

DIVÊ PÎROZBAHIYÊN 1'Ê GULANÊ Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBIN YEK

Em; Tevgera PKK'ê ji bo pêkanîna baskê vê şoreşê yê Kurdistanê û belavkirina wê li herêmê, bi hêza xwe hemûyî têdikoşin. Jiyaneke komunal a demokratîk a bê desthilatdarî û dewletê em ji xwe dest pê dikin, diafirînin û li ser vê bingehê hewl didin rêxistiniya civaka demokratîk û avakirina neteweya demokratîk pêk bînin. Pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên me yên leheng, berxwedêrî û fedakariya gelê me bi taybetî jin û ciwanan, me hîn aktîf dike. Li ser vê bingehê, em çareseriya konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan bi xurtî bi kar tînin. Bi têkoşîneke wiha em bersivê didin êrîşên sîstema modernîteya kapîtalîst û hêzên netewe-dewletperest ên faşîst û wan êrîşan têk dibin.

Bi pêngava berxwedanê ya bi navê 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', em 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Em ruhê têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê yê 1'ê Gulanê bi pêngava xwe ya berxwedanê ya li dijî tecrîdê dikin yek. Em; gel û tevger hewl didin li ser vê bingehê 1'ê Gulanê li gorî cewhera wê bijîn. Em 1'ê Gulanê jî têkoşîna xwe ya azadî, wekheviya cihêrengî û sosyalîzma demokratîk li her qadê geş dikin. Bi gel û gerîla em li çiyê, deşt, bajaran û zindanan bi her rêbazê li ber xwe didin. Ji çalakiyên gel û gerîla heta Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê meşandin, em her rêbaza têkoşînê li gorî cih û dema xwe bi cih tînin. Bi rêya vê têkoşînê me faşîzma AKP-MHP'ê anîn ber têkçûnê û em pê piştrast in ku di demeke kurt de em ê dawî li tecrîdê bînin. Ne êrîşên hovane yên rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst, ne jî provokasyonên Kiliçdaroglû yên navenda şerê taybet wê nikaribin li pêşiya bidestxistina vê encamê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibin asteng. Hêzên me yên gerîla û gelê me, tola êrîşên namerdî yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li dijî berxwedêrên greva birçîbûnê û dayikên Kurd ên leheng, her roj hiltînin. 1'ê Gulanê wê bibe lûtkeya hesab pirsîna ji kujerên faşîst.

Li ser vê bingehê em şehîdên 1'ê Gulanê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin, 1'ê Gulanê li gelê xwe yê welatparêz û kedkarên dinyayê pîroz dikin û bang li gelê xwe dikin, ku li her devera lê ne ala 1'ê Gulanê bêhtir bilind bike, bi xurtî tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibe, pîrozbahiyên 1'ê Gulanê û pêngava berxwedanê ya li dijî tecrîdê bike yek, her qadê bike qada yekîtî, piştevanî û têkoşînê."