Çîroka sê Şerîfan

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re çîroka balkêş a sê birayên bi navê ‘Şerîf’ ku ji heman malbatê ne û du ji wan di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, vegot û her du Şerîfên şehîdbûyî jî bibîr anî.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya daxuyaniyek nivîskî da, du gerîlayên ji salên destpêka PKK’ê û heta 2020’ê ji heman malbatê bi navê ‘Şerîf’ tevlî gerîla bûbûn û şehîd bûne bibîr anî. Komîteyê her wiha dazanîn ku birayekî wan her du Şerîfên ku şehîdbûne jî navê wî jî Şerîf.

Di daxuyaniyê de têkilarî her du şehîdan bal kişandin ser van xisûsan:

“Em nizanin wê serpêhatiya 3 Şerîfan heta kûderê biçe. Lê em vê dizanin ku heta Rêbertiya me û gelê me azad nebe, Şerîfên fedayî yên heskiriyên azadiyê çawa ku roja yekê dest bi vê serpêhatiyê kirin, wê ji niha û şûnde wê mîna çemekî biherike.

Salên 1978’an PKK’ê çawa ku li Kurdistanê xwe bi rêxistin kiribû, li Amed û navçeyên wê jî xwe bi rêxistin kir. Bi avakirina PKK’ê re Rêber Apo manîfestoya PKK’ê di Kovara Serxwebûn de parve kir û kadroyên PKK’ê yên ku vê manîfestoyê bi destê xwe belavkirin, kir ku hêviya ev dîroka hatî heta niha bê guhertin. Yek ji kesên ku hêvî û baweriya wî hebû ku Kurdistan serbixwe û azad bibe Omer Arslan ango Şerîf bû.

Omer jî mîna PKK’ê nûnertî ji nûbûnê re dikir, bi malbat ve ev yek kir. Bi tevlîbûna Omer a nava refên PKK’ê hestê welatparêzî ya di nava malbatê de xurtir bû. Wê serpêhatiya wî ya lehengiyê di nava malbatê de ji nifş derbasî nifş bibana. Çawa ku li Kurdistanê nifşên di nava malbatê de wê yek bi yek cihê xwe di nava refên PKK’ê de bigirta û mîna mîrasekê bidoma, wê ji malbata Arslan jî wê di nava PKK’ê de navê Şerîf rabike û li benda roja xwe bimaban. Ev Omer Arslan ê yekem di nava PKK’ê de nasnavê Şerîf li xwe dike. Di sala 2020’ê ji heman malbatê 3 Şerîf dîsa Şerîf Erxanî berxwedana domandina vê mîrateyî bi coş didomand.

Omer sala 1961’ê li di dema darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê re çavê xwe li dinê vekir. Dema xwendina seretayî û navîn salên ku cîhan serûbin dibû bû. Di van salan de Omer û malbata xwe sempatiyên rêxistina Ala Rizgarî bûn.Lê tişta ku ji zarokatiya xwe lê digeriya di nava rêxistina Ala Rizgarî de nedîtibû.

Lêgerînên Omer ên sala yekem, nêzîkatiyek yê ji her kesê cudatir raber dikir. Dema ku mamoste ji Omer dipirse ‘tê bibe çi’ Omer dibêje; ‘dixwazim bibim lîstikvanê sînemayê’. Daxwaza Omer a bûna hunermendekî sînema û şanoyê heta salên xwendina amedeyî jî dom kir. Dema xwe ya vala li gel birayê xwe di firinê de kar dike û pereyê xwe jî dide kovarên sînema û şanoyê. cîhana şano û lîstikên fîlman ên cîhanê bi her awayî lêkolîn kiribû. Her çendî xwestibe kesayetiya xwe ya hunermend bide derve jî,bi naskirina PKK’ê re ji qada hunerê ya ku pir hez jê dikir neçar ma ku navber bide.

Qutbûna ji sînemayê Omer wiha pênase kiribû: “Îdeolojiya şoreşgerî teyisandina Kurdistanê, naskirina min a îdeolojiya şoreşgerî, dîsa di derbarê civakên mêtingeh de fêrbûna hinek tiştî min ji vê hevesê da qûtkirin. Ji ber ku li Kurdistanê tiştek hebû ku bi milyonan mirov jê hes dikir û kêrhatiyên wan hebû. Lê ji ber mêtingeriya li Kurdistanê li pêşiya van kêrhatiyan asteng bûn. Em li vî welatê mêtingeh nikarin bigihêjin hunera ku em hez jê dikin. Hinek kes xwe bigihînin tiştên dixwazin jî lê ev ji bo mirovên vî welatî ne derbasdar e. Erka me bûna şoreşger e. Divê avakirina welatekî serbixwe be. Dema ku welatek serbixwe bê avakirin wê derfetên kes bibin nivîskar hebin, wê derfetên kes hebe ku bibin lîstikvanên fîlman. Bi van ramanan kir ku ji hevesên xwe yên berê berdim. Divê em bibin rizgariyên vî welatî. Ji vê yekê pîroztir tu erkek din nîne.”

Bi tevlîbûnê ya Omer a nava PKK’ê re bingehê welatparêziya malbatê hê zêdetir xurtir dibe, li ser bingehên saxlem bi cih dibe. Bi birayên xwe re pir kûr gotibêj diin. Rexne li rêxistina Ala Rizgarî dike, li cihê wê ramanên Rêber Apo vedibêje. Zanabûna Apocî, bawerî û cesareta wan vedibêje. Hewl dide vê têkoşîna ku di rêya wê de canê xwe bide bîne ziman. Ji ber ku li Erxaniyê Ala Rizgarî bi hêz bû. PKK jî nû bi nû pêş dike. Bi saya milîtanên mîna Omer PKK li Erxaniyê bê ku pir direng bikeve cihekî girîng girt.

Têkoşîna PKK’ê ya li dijî mêtingerî û hevkariyê Omer demekî kin kişand xwe. Dît ku ferormîzim li Kurdistanê encam nagire 11’ê Îlona 1979’an bi têkilîdanîna bi PKK’ê re li malên rêxistinê yên kadroyên PKK’ê yên li Erganiyê re li ser Kurdistan û sosyalîsmê perwerdehiyê dibîne. Rastiya têkoşîna PKK’ê û armancên wê demekî kin fêr dibe. Li Erxaniyê tenê propagandaya PKK’ê nake, heman demê li dibistanê jî girîngî dide rêxistinkirinê jî. Di nava malbat û dibistanê sempatiya ji bo PKK’ê berfireh kir. Bi saya propagandaya kirî, tevlîbûna nava PKK’ê pêk hat. Têkilî bi gerîlayên li bejahiya Erxaniyê re danî. Diçe gel wan tê, pêwîstiyên wan ên lojîstîkî bi cih tîne.

Di sala 1980’î de li ser çalakiya gerîlayan a li dijî qerqola li bejahiya Erxaniyê operasyona giştî pêk hatibû. Dema ku operasyon heta gundê Omer lê bû hat, bi awayekî bi guman ji aliyê leşkeran ve tê girtin, tê lêpirsîn. Li ber êşkenceyê li ber xwe dide. Dema mêtingehan tiştek ji Omer negirtin, devjê berdan. Piştre jî berdan. Piştî navbera hefteyekê li ser îxbarê derket holê ku Omer PKK’î ye. Li ser xebatên Omer li emniyeta Erganiyê gelek agahî hatibûn berhevkirin. Piştî îxbaran avêtin ser malan. Lê Omer ne li mal bû. Fermandarê qereqolê pir li ber xwe ketibû ku Omer negirtiye. Li ser vê derbarê Omer biryara girtinê hatibû derxistin. Omer ê ev agahî bihîst sala 1982’an berê xwe da çiyan. Di navbera salên 1979-1981’an li Erxanî û Çermikê kar dike, di serî de li Pîran hemû çiyayên herêmê û gundan nas dike. Lê têkiliya bi Erxanî û Pîranê re qût nake, piştî perwerdehiya çekê fêr dibe û şûnde dibe milîtanekî pir bihêz. Li Erxaniyê tevlî gelek çalakiyên li dijî aliyên hevkarên dagirkeriyê dibe. Di çalakiyekê ya li Erxaniyê li dijî yeke acentecî ji lingê xwe birîndar dibe û çalakiyê bi encam dike.

Omer zû dixwest Rêbertî û PKK’ê fam bike. Di jiyanê de fikarên wî yên berpirsyarigirtinê nebûn, bi aliyê xwe yê kedkar, bala hemû hevrêyên xwe dida xwe. Di sala 1982’an derfet dît ku biçe Qada Lubnanê. Demekî kin jî be li Qada Serokatî perwerdehiya leşkerî û siyasî dibîne. Girêdayî birayara Kongreya 2’an a PKK’ê mîna gelek komên 1983’an vedigerin welat wî jî cihê xwe di nava komekê de girt û vegeriya welat.

Dema vedigere welat bi komek hevrêyên xwe re li Amedê navçeyê wê Çermik, Erxanî, Pîran û Dêra Hênê li çar herêmên li xwe digirin bi cih dibin. Heta sala 1985’an li vê herêmê karên xwe didomînin. Li vê qadê di çaroveya biryarên Kongreya 2’an a PKK’ê çalakiyên bibandoar dikin. Di demek kin de PKK li herêmê cihek girîng digire, gundiyên li bejahiyê û herêmê tên rêxistinkirin. Omer li herêmê li dijî xebatên sîxurî, tesfiye û burşuvaya biçûk, hewldanên xiyanet û xiyanetkariyê di têkoşînê de li pêş e. Li ser xeta têkoşînê ya Rêbertî û partiyê xwe pêş dixe. Di parastina nirxê partî û kedê de xwedî rolekî diyarker e.

Her ku fersend dît tevlî nava gel dibû, bi kêrhatiyê xwe yê propagandaya rêxistinkirin pêş xist. Cihên herî zêde lê dima gundê Dimilî û Zaza bûn. Fêrî Zazakî jî bûbû. Li vir di nava gel de xebatên baş dikir û bi gel re bûbû yek. Dema dihate gotin ‘embaz Şerîf yenû’ ango hevrê Omer hatiye gundî kêfxweş dibû. Hemû gundî pir bawerî didayê. Ketin û derketina Omer a gund pir balkêş bû. Hemû kêrhatiyên perwerdehiya lekerî ya gerîla bi cih dianî. Ji bo wî veşarî esas bû. Di vê mijarê de Omer tawîz ne dida.

Dîsa disiplîna partiyê ji bo wî berî her tiştî diha. Ligel disiplîna xwe hevrê Omer di nava hevrêyên xwe de henek dikir û di nava lihevhatinekê de bû. Ji Rêbertî fêr bûbû ku li kû sist û li kû jî hişk nêzîk bibe. Ji erkê ti demê xwe nedaye paş. Gav bi şûn ve navêje, dîsa di têkoşîn û şer de jî wisa bû.

Piştî ku hevrêyên nû ji bo Herêma 4 a Amedê hate erkdarkirin Omer bi komeke hevrêyê xwe re derbasî Semsûr a ku heta niha yek gule lê nehatî teqandin bû. Pir bi xeter bû çûna cihekî ku qet nas neke. Lê ne Omer û ne jî hevrêyên din bê ku dudilî nîşan bidin, di demekî kin de plansaziya rêya çûna Semsûrê nîşan dan.

Bicihbûna Semsûrê wê ne ewqasî hesan ba. Lê PKK ji sala 1976’an ve li Semsûrê bi rêxistinkirî bû. Peydakirina berpirsyarên rêxistinkirin, têkilî bi gel re danîn ne pir zor bû. Di demekî kin de di nava gel de xwe bi cih kir. Dîsa di vê çarçoveya rêxistinê de tevlîbûn çêbûn. Ji bo gerîla li Kurdistanê li qadên hundirî bicihbûn weke qadekî stratejîk dihate dîtin. Dema ku mêtingeran ev qad kontrol bikira zivirîna gerîla wê pir kêm biba. Ji bo vê divê gerîla li vê qadê heba. Ji ber vê PKK’ê hem li bajar û hem jî li çiyan kêm nebûbûn, her tim li ber serê gel bûn.

1986’an şervanên Yekîtiya Propanganda ya Çekdar a Şahîn Kilavûz ku di nav pêngava berbangê ya artêşa gerîla HRK’ê (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) de cih digirt, bi biharî re haziriyeke girîng kiribûn. Ji bo ku cejna berxwedanê ya Kurdan Newrozê bi çalakiyan pîroz bikin birhyara rêze çalakiyan girtibûn, yek ji van jî biryara çalakiyê ya li ser tesîsên TPAO’yê ya Semsûrê bû.

Êvara 20-21’ê Adara 1986’an 5 km nêzî Sembûrê li dehma Toybelan tesîsa depo û pompekirinê, li gel tesîsê hatibû tinekirin. Bi pêtiya ku ji depoyê bilind bûyî êvara Newrozê hemû bajar ronî bûbû. Wê şevê li hemû bajêr pulkirinê bi nivîsa ‘’Bijî têkoşîna me’’ hatibû kirin. Gel Newroz pîroz kiribû, ji hin gudan gule hatibûn teqeandin û bi van çalakiyan re koma Klavûzên Şahîn li Semsûrê bûbûn cihekî xurt lê dijmin jî bi hemû hêza xwe bi wan ketibû.

13’ê Gulanê jî ji bo ku derbekê li avaniya noker-xayin bidin tevgeriyan û bi şev li cihekî nêzî Kehtayê bi cih bûn. Lê ji ber hin tengasiyan plan bi ser neketibû, cihê ku lê bi cih bûbûn devereke deqş hebû û her dever ji hêla dijmin ve dikarîbû bihate dîtin. Di rewşeke wiha de ku ew li talokeya lêbicihbûnê difikirîn xiyanetê bi konetî serî rakiribû, ji bo ku ji paş ve xencerê lêbixe tevgeriyabû û li ser altaxiya kul i wan dabûn 14’ê Gulanê sibehê hêzên mêtinger dor li wan girtibû, bêyî ku bi derengî bikeve şerekî tund dest pê kiribû û ti lat û zinar jî nebûn ku xwe bidin pişt wan (…) Şer ji sibehê saet 10.00’an heta 04.00’ê sibehê dom kir.

Bi sedema leşker û polis li gel helîkoptêran êrîş anîbûn, ji hewayê û erdê ve direşandin, bi saetan rokêt avêtin lê her carê derbên giran dixwarin, birîndar diketin û vedigeryan lê cebilxaneya Omer û hevrêyê wî Ibrahîm li ber xilasbûnê bû, herdu jî birîndar bûbûn û pir xwîn ji wan çûbû lê dîsa jî li ber xwe didan. Weke artêşekê şer dikirin. Dijmin li gel ku tang dabûn şixulandin jî tin encam nestandibû (…) Artêşa mêtinger ji serî ve dixwest ku şervanên HRK’ê bi dest bigirin, Omer û Ibrahîm ku bi vê plana konetî derxistin bi pêngavê ketibûn nav, li hev nerîbûn û herduyan jî zanîbû ku dema plana di serê wan de hatiye, cara dawî li hev nerîn, bombeyên di destê xwe de ku hişk bi wan girtibûn beriya ku pîma wê bikişînin li hêviyê bûn ku dijmin bi ser wan de were, dijmin tevgeriyabû û dema ku du metro di navbeyna wan de mabû 14’ê Gulana 1986’an, dema ku tarîtiya şevê ketibû ser Kahtayê berxwedana Omer Arslan (Şerîf ) û Ibrahîm Erkenek dihate axaftin.

Çîroka Şerîf vê carê ji hêla biraziyê wî Welat Şiyar Arslan ve wê dest pê bikira, ew jî wê biçûya cihê ku Şerîf çûbûyê, piştî ku 8 mehan li zindanê mabû, çîroka ku bi salan lê guhdar bû wê ji xeyalbûnê derbiketa, di 16 saliya xwe de bi kelecaniya ku navê Şerîf li xwe bike 1994’an Sibatî li bejahiya Amedê tevlî nav gerîla dibe, dema ku keleşa navdar a ku dijmin ji ra hildiqetand dayî dest apê wî Şerîf hatibû bîra wî, weke ku bi salan gerîlatî kiribe, qet lê ne xerîb bû, hêlên apê xwe Şerîf kup ê nedizanî ji fermandarên berê yên gerîla guhdarî dikir û parçeyên çîroka kêmmayî temam dikir, ji bo wî azwerîyeke jêneger bû ku bibe weke apê xwe Şerîf.

Dema ku ber bi Pîranê qereqola Prejmanê ve diçûn qadên ku wê parastin lê bi cih bibe hatiye diyarkirin, koma êrîşê jî ber bi qereqolê ve di tarîtiya şevê de yek bi yek, du bi du kozik danîn, bi fermana êrîşê ya koordîneyê tarîtiya şevê bi rokêtên ku qereqol kiribû hedef ronî bûbû, di demeke kurt de gelek gule bi ser qereqolê de dibariyan, qajewajên leşkerên Tirk di nav dengê rokêt, bombeyên destan de ku bi ser wan de dihat kerr dibû (...) Qereqol bûbû kavil, bi dehan leşker hatibûn kuştin yên mayin nediwêrîn ku ji qereqolê derbiketana.

Navê Şerîf li nav PKK’ê êrî roman û çîrokeke neqediyayî bû. Fermandarê gerîla nêzî Şerîf bûbû, gotibû, ‘’Belê, piştî vê çalakiyê te cihê Apê xwe girtiye. Şerîfê nû tu yî.’’

Bêyî ku bi derengî biketa Şerîf ne tenê bi pêşengiya li çalakiyan, di jiyan û têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de jî cihê apê xwe digirt, fermandarê wî yên ku ev dîtin berê xwe dabûn qadeke zortir Dersimê, ev ji bo Şerîf pir girîng bû, ew jî weke apê xwe wê biçûya Dersimê.

Hê heftiyek nebûbû ku gihaştibûn Dersimê, operasyoneke giştî hatibû ser cihê ku ew lê bûn, ji bo ku neketana ber operasyona bejahî û hewayî beşek girîng ê komê ber bi Tengava Elî ve vekişiyan, li gel du hevalên xwedî tecrûbe Şiyar jî bi dildarî mabû, wê dijmin bişopanda û derb li wan bida.

Yekîneya komando ya Tirk li gel tîmên taybet bi desteka helîkoptêran bê pirsgirêk xwe gihandibûn cihê ku Şiyar û hevalên wî lê bûn, dema ku nêzî mayinên çandî dibûn gerîlayên ku çepe rast kozik danîbûn bi baldarî li bende bûn, dema ku pê li mayinan bikirana wê li wan bireşandinan, dawiyê ya ku dihate mayin pêk hatibû, çawa ku çawîşê li pêş gotibû, ‘’li van deran baldar bin, dibe ku mayin hebe’’ teqîneke mezin bûbû, keleşkof şixulîbûn, helîkoptêrê jî nema zanîbû ku wê li kû bireşanda, du rokêt avêtibû cihê ku leşker lê bûn lê kozikên gerîlayan rehet bûn û qada ku wê hev bidîtana hatibû diyar kirin, dema ku şerjorên wan qediyan her sê gerîla ber bi cihê ku wê hev bidîtana ji mêj ve bir ê ketibûn. Wê rojê 22 leşker miribûn, bi dehan jî birîndar bûbûn, hê leşker negihaştin wir ji ber ku îmha bûbûn operasyona ser wir rawestiyabû û bi vî renî niqteya wan deşifre nebûbû.’’

Şiyar her sala çûyî bûbû xwedî tecrûbeyeke mezin. Êdî ji Dersimê heta bi Koçgiriyê, Deryaya Reş bi komên gerîlayan re dikarîbû biçe çalakiyan, bûbû fermandarê mangayê jî, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketibû Ewropayê ji bo ku komploya navnetewî asteng bike weke hemû gerîlayan Şiyar jî ji bo ku hêrsa xwe ji dijmin rake ji çalakiyê diçû çalakiyê. Bi gotina, ‘’hevrêtiya ne têrkar’’ a Rêbertî xwe dinirxand. Demeke dirêj di bin bandora esareta Rêbertî de ma. Pêvajoya 1999’an a vekişînê li Dersim û Koçgirî dimîne. Ji bo rastiya Rêbertî û PKK’ê fêhm bike bi rojan hûr û kûr difikire, apê wî Şerîf tê bîra wî û dibêje, ‘’Xwezî Rêbertî hêsîr neketa, ez jî weke apê xwe biçûma qada Rêbertî û perwerde bibûma.’’

Di vê pêvajoyê de li gel fermandarê Eyaleta Dersimê Îsa Dersim (Orhan Abay) tevdigere, ji bo ku Newroza ku nêz dibû pîroz bikin haziriyê dikin, 9’ê Adara 2000’î bêyî ku hay ji kemîna dijmin hebin ber bi qadên xwe ve bir ê dikevin, mêtingeriya Tirk, bi tîmên taybet û leşkeran kemîneke ferbifireh danîne, gerîla bi êrîşa dijmin pê derxistibûn ku ketibûn kemîna dijmin, ne pêkan bû ku jê xilas bibûna, ji berk u derdora wan hatibû pêçan û wek ebaranê gule bi ser wan de dihatin, di êrîşa pêşî de ji koma gerîla ya 9 kesan du hval şehîd bûbûn, gerîlayên ku ev rewş dîtin, pişta xwe dane hev û berxwedaneke bi mirîn dan, leşkerên dijmin li bara vê berxwedanê şaş mabûn. Tîmeke ku dixwest gerîlayan bie bi fîşekên gerîlayan li wir miribûn, leşkeran dema ku dîtin ku bi ser gerilyan de biçin wê pir windahiyê wan çêbibin şer dirêj kiribû, şer heta derengiya şevê dom kiribû, di şer de di serî de Fermandarê Eyaleta Dersimê Îsa Derim, Şerîf Erganî û 7 heval bi hev re şehîd bûbûn. Pişî Kahtayê vê carê li Dersimê tovên azadiyê kulîlk vedidan û wê li benda Şerîfê nû bimana.

Her çendî agahiya şehîdbûnê bi derengî bigihaşta malbata Arslan jî malbatê cenazeye Şerîf standibû û li Erganî bi merasîmeke girseyî veşartibû, wê rojê her wiha birayê biçûk ji bo ku bibe Şerîfê nû ketibû ser rêya Şerîfan. Çîroka bêdawî ya sê Şerîfan wê bigihije kû nayê zanîn lê heta ku Rêbertiya me û gelê me azad nebe, Şerîf, ku fedayiên hezkiriyê azadiyê ne, roja pêşî ev çîrok çawa dest pê kiribe teqez e ku heta kêliya dawî bêyî ku rawest wê tim biherike weke çemekî.”