'PKK destketiya bêhempa ya azadî û demokrasiyê ye'

PJAK'ê salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ji bo gelên herêmê diyarî û destketiya bêhempa ya azadî û demokrasiyê ye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 42'emîn a damezrandina PKK’ê peyama pîrozbahiyê weşand.

PJAK’ê ragihand ku PKK’ê 43 salên xebat û têkoşîna xwe ya rûmetê derbas kir û wiha wiha dewam kir: "Berhem û destketiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfederalîzm û neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinê ye."

Di daxuyaniyê wiha hate gotin, "Keramet û nirxê ehlaqî û siyasî yê PKK’ê di vê yekê de ye ku bi hêza xwe ve bi rêberiya Rêber Apo karî civaka konfederalî û neteweya demokratîk darijîne û pêşkêş bike. Xeyal û hesteke bi hezaran salan û mirovahiyê bû. Bi xweşikbûn û ronî tevahiya xelkê cîhanê şahidê bandoriya felsefeya azadî û endîşeyên nû yên Rêbre Apo û PKK’ê yên li ser piraniya tevgerên sereke yên cîhanê ye. Acizbûna hegemonya kapîtalîzmê û dewletên dagirkerên Kurdistanê ya ji ber cîhanbûna vî fikir û endîşeyê ye ku nefes li proseya cîhanbûna sermayedariyê çikandiye.

Cihê şanaziyê ye ku yekane hêza cîhanî ye ku ji ber resenbûna şêwaza têkoşîna ji bo gelan, rûbirûyî yekem komploya navneteweyî ya cîhanê bû. Ji ber ku ji pêşketina wê ditirsin. Bêguman wê rojekê ev komplo li dijî fermandar û yên pêk anîne vegere. Nîşaneya wê ji niha ve diyare. Şahidin ku tevgera azadîxwaza sosyalîst, feminîst, anarşîst û ciwanan li cihên cuda çavê wan li rêbaz û fikrê Rêber Apo ye. Sedema wê ispatkirina pratîkî û fedekariya hêzên gerîlayên vê rê ne.

Azadîxwaz û neteweyên bindest baş dibînin ku ji niha ve Rojhilata Navîn bûye navenda aloziya şerê sêyemîn ê cîhanê. Bi dehan dewletên cîhanê Kurdistan kirine navenda vî şerî. PKK û gerîla weke hêza sêyemîn eniya herî mezin a neteweyên bindest li hemberî talankaran û kujeran pêk aniye. Bi zanyarî û hestên bilind ji Tirkiyeyê, heta Îran, Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn piştgiriya gelan dike ku bûye qala talankarî welatên serdest ên cîhanî û herêmî.

Di qonaxa parastina rewa û têkoşînê de zêdetir nêzî azadiyê bûne. Piştrast in ku ji bo gelan û yekîtiya gelên Kurd, Ereb, û Faris PKK diyarî û destketiyek bêhempa ya demokrasî û azadiyê ye. Neteweyên din ên herêmê dikarin bi berxwendena rûmetê ya Kobanê, Heftanînê meşaleyên hêviyê li Hewlêr, Amed û Sine pê bixin. Erka jin, ciwan, karker, rewşenbîr û çalakvanên civakî weke pêşengên rê vê meşaleyê heta lûtkeya azadiyê hilgirtin."