PJAK'ê ji bo Ramîn Hisên Penahî bang kir

Hevserokatiya PJAK cezayê darvekirinê yê li Ramîn Hisên Pehanî hatiye birîn şermezar kir û bang li azadîxwazên Îranê kir ku piştgiriyê bidin girtiyên siyasî.

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê bal kişande ser siyaseta zext, darvekirin û bêdengkirinê ya rejîma Îranê û diyar kir ku rejîma Îranê dixwaze bi vê siyasetê krîza di nav de ye veşêre.

PJAK'ê işaret bi siyasetê qirkirina fîzîkî ya rejîma Îranê kir û got, "Êdî bandora vê siyasetê nemaye. Hişyarî û nerazîbûna giştî ya gelên Îranê îspat kiriye ku siyaseta zexta li gel bê bandor e. Tişta di vê rewşê de dikare bibe xwedî bandor û rewşê veguhere rewşek guncav, guhertinên bingehîn ên demokratîkin."

PJAK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de piştî da malbata kedkar a Ramîn Hisên Pehanî û got, "Sîstema darvekirinê weke dijbertiyek a ji bo tinekirina Kurdan binav dikin. Bang li hemû azadîxwazan dikin ku bê rawestîn piştgiriya Ramîn Hisên Penahî û girtiyên din ên siyasî bikin.”

23'ê Hezîrana 2017'an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Pehanî hatiye birîn.