PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî di sêyemîn salvegera şahadeta wî de bibîr anî û soza berdewamkirina rêbaza şehîdan dûbare kir.

Meclîda PJAK’ê di salvegera 3’an a qetilkirina endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pêncwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek da. PJAK’ê di daxuyaniyê de bang li welatparêz û têkoşerên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî qetilkirinan rawestin.

Di daxuyaniya PJAK’ê de wiha tê gotin: “Di sêyemîn salvegera şehîdbûna aktîvîstê mafê mirovan, kesayetê welatparêz û alîgirê partiya me Şehîd Îqbal Muradî, tevahiya şehîdên riya azadiyê bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêbaza şehîdan dubare dikin.

Hêzên terorîst û tarî yên desthilata dagirker a Îranê di 17’ê Tîrmeha 2018’an de di encama kiryarek terorîstî de Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, alîgirê PJAK’ê û welatparêzê gel^eme Îqbal Muradî bi awayek hovane qetil kirin. Careke din vê kiryara terorîstî û kiryarên mîna wê şermezar dikin.

Şehîd Îqbal tevahiya temenê xwe ji bo azadiya gel û nîştiman da. Ji bo bi destxistina azadî û demokrasiyê timî di nava kar û xebatên welat û şoreşgerî de bû. Li dijî zilm, zorî û dagirkeriya faşîzmê di nava qonaxên dijwar ên jiyanê de têkoşîn kiriye. Ji bo di tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de serkeftinê ji bo gelê xwe misoger bike, li Kurdistanê binemalek şoreşger û têkoşer pêk anî ku qet çûk li hemberî desthilata dagirker a Îranê nedanî. Zarokek weke Zanyar Muradî pêşkêşî gel kir ku heta nefesa xwe ya dawî di xema azadiya gel û Kurdistanê de bû.

Mixabin hîn bikujên şehîd Kemal Pêncwên û Îqbal Muradî nehatine girtin û radestî dadgehê nekirine. Herî dawî kesayetê welatparêz, xebatkarê gelê Kurd çalakvanên sivîl Bêhroz Rehmî nasnav Rêbîn li gundê Jale yê Silêmaniyê ji aliyê kesên nenas û hêzên terorîst ve hate qetilkirin. Em hemû cûreyên kiryarên wiha yên terorîstî şermezar dikin. Daxwazê ji berpirsên Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê ya dagirker û bikirêkiriyên Kurdan xwedî helwest bin û bikujên têkoşerên Kurd radestî yasayê bikin. Herwmiha ji hevjîn û malbata welatparêza heval û gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê re sersaziyê dixwazin. Bêhroz Rehîmî weke kesayetek dilsoz û çalakvanek medenî li dijî desthilata dagirker a Îranê bi salan ji bo gel û welat xebat kir. Cihê kar û xebata wî di nava raya giştî de diyare. Ji ber zilm, zorî û çewsandina Îranê li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê kir. Tevî rewşa zehmet û dijwariya jiyanê, gefên rejîma Îranê dest ji xebat û têkoşîna gelê xwe neanî û weke çalakvanek medenî û kesayetek dilsoz û xemxurê welat erka li ser milê xwe pêk dianî. Wê qet qetilkirin û zilm nekare gelê me ji armancên wê dûr bixe. Hatiye îspatkirin ku vê bûyerên wiha nekare moralê azadîxwazan kêm bike.

Li Başûrê Kurdistanê  welatparêz û têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê tên qetilkirin û di bin hedefa êrişan. Divê em mijar bi lez were lêkolînkirin. Divê navendên peywendîdar ên herêma Başûrê Kurdistanê demildest li ser van kiryarên terorîstî daxuyaniyekê bidin raya giştî. Divê êrişên li ser zarokên leheng ên gelê me neyên qebûl kirin. Xwedî li zarokên dilsoz û têkoşer derkevin. Bi ruhê yekîtiya neteweyî planên qirkirinê û komkujîkirina Kurdan pûç bikin.”