PJAK: Divê Kurd yekîtiyê bikin rojeva xwe

PJAK: Di vê dema hestyar de ku celad ciwanên gelê Kurd darve dikin, pêwîst e hemû hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekîtiyê bikin rojeva xwe.

Li navçeya Koyê ya Hewlêrê duh li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ya li Kelhê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 15 endamên HDK'ê û 2 pêşmergeyên PDK-Î’yê jiyana xwe ji ji dest dan û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn. Di heman rojê de ciwanên Kurd Zanyar Mûradî, Loqman Muradî û Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Li ser bi darvekirina 3’ê ciwanên Kurd û êrîşa Koyê PJAK’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û êrîş û darvekirinê şermezar kir. PJAK’ê di daxuyaniyê de got; “Em bi tundî êrîşa terorî ya rejîma Îran a li ser Koyê şermezar dikin. Em xemginiya ji ber şehîdên tekoşer yên gelê xwe tînin ziman. Di heman rojê de Ramîn, Loqman û Zanyar hatin darvekirin. Herwiha Îranê êrîşê baregehên HDK û PDK-Î yên li Koyê kirin, bi vê re li Sûriyeyê êrîşê ser Yekîneyên Parastina Gel li Qamişlo hat kirin. Herwiha topbarankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Pêwîst e em van êrîşan hemû di çarçoveya konseptekê de bigirin dest.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin; “Divê em hemwextbûna êrîş û civîna li Tahran a di navbera Ruhanî, Pûtîn û Erdogan de asayî nebînin. Her çendî dihat gotin ku mijara sereka ya vê civînê Îdlîb be jî, lê ya rastî ew bû ku carek din Kurd bûne mijara sereke ya dewletên herêmê. Bê guman di navbera dewletên herêmê de, bi taybet di nava Îran û Tirkiyeyê de aloziyên kûr hene. Lê carek din Kurd bûye sedema yekbûna van dewletan.”

Di vê dema hestyar de ku celad ciwanên gelê Kurd darve dikin, pêwîst e hemû hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekîtiyê bikin rojeva xwe.”