Li Nisêbîn a navçeya Mêrdînê, cenazeyê endamê Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) û xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku bi biryara BHQ’ê ve hatibû girtin Îlyas Turkan (Rustem Mawa) ji aliyê malbata wîve hate girtin. Malbat beriya salekî testa DNA dabûn, encamên testê nû diyarbû û malbatê cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a Amedê girtin û birin Êlihê. Di ketina Êlihê de cenaze ji aliyê girseyekî mezin ve hate pêşwazîkirin. Cenaz birin Goristana Asrî û li wir merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Parlementera HDP yê Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn. Cenaze piştî kar û barên olî bi deqeyek rêzgirtinê ve hate definkirin.
Di merasîmê de bavê Turkan axivî û got: “Em bi têkoşîna kurê xwe serbilind in, em ê sopdarê têkoşîna wan bin.
‘EMÊ ALA WAN A KU NÎVÎ MAYE BILIND BIKIN’
Parlementera HDP’Ê Acar Başaran jî, berya niha min Îlyas Turkan li Êlihê wek rojnamevan nas dikir, îro jî ez wî wek şoreşgerekê cenazeyê wî li Êlihê pêşwazî dikim. Başaran bibîr xist ku Turkan û rêhevalên xwe bi mehan li dijî çekên giran ê dijmin li ber xwe dan. Başaran , em ê ala têkoşîna Turkan û rêhevalê wê ya ku di nîvî de maye bilind bikin.
Piştî axaftinan merasîm bi xwendina duayan ve dawî bû.