Piştî operasyona leşkerên Tirk 4 roj in agahî ji gundê Eskarê nayê stendin

Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Eskarê ya Pasûra Amedê dabû destpêkirin hê jî didome. Ketin û derketina gund hatiye girtin û xetên telefonê jî hatiye birîn. 4 roj in agahî ji gund nayê stendin.

Di roja pêşîn a Cejna Remezanê de artêşa Tirk li bejahiya gundê Eskar a Pasûrê Amedê operasyon dabû destpêkirin. Operasyon hê jî didome.

Hate diyarkirin di çarçoveya operasyonê de daristana li gund hatiye birîn.

Operasyon didome û 4 roj in agahî ji gund nayê stendin. Bi destpêkirina operasyonê re ketin û derketina gund hatiye girtin, sînyala telefonên destan hatiye birîn. Kesên ku xwestin xwe bigihînin xizmên xwe  4 roj in nikarin agahiyan ji gund bistînin.