Piştî ku hêzên Îranê hespên wî kuştin, wî jî xwe kuşt

Ciwanê 15 salî ku kolberî dikir, piştî ku hêzên rejîma Îranê hespên kuştin, wî jî xwe kuşt.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê gule li hespên kolberekî ciwan ê bi navê Sirûş Rehmanî (15)  reşand. Hate ragihandin Sirûş Rehmanî  xelkê gundê Hanger Mele yê Newsûdê û di êrişê de hemû hespên wî hatine kuştin.

Rehmanî ku ji bo dabînkirina debara malbata xwe ev hesp bi deyn kirîbû û piştî vê êrişê nekarî giraniya şert û mercên dijwar ê jiyanê ya li ser derûniya xwe tehemûl bike, li şaneşîne mala xwe, xwe daliqand.

Hate diyarkirin bavê Sirûş Rehmanî bi nexweşiya penceşêrê ye û barê debara malê li ser milên Sirûş bûye.