Piştî hatin destgîrkirin ji ber êşkenceyê niha di beşa lênihêrîna kûr de ye

Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk piştî ku du kes destgîr kiribû, ji ber êşkenceyê ev her du kes di nexweşxaneyê de di beşa lênihêrîna kûr de ne.

Li navçeya Şaxê ya Wanê Servet Tûrgût (55) û Osman Şîban (50) ji aliyê leşkerên Tirk hatibûn destgîrkirin. Ev her du kes piştî ku hatin destgîrkirin 2 roj şûnde derket holê ku ev her du kes di Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê di beşa lênîhêrîna kûr de tên tedawîkirin. Hevdîtina bi birîndaran re hate astengkirin û hate diyarkirin ku wê parêzer di nava rojê de biçin Serdozgeriya Komarê ya Wanê û giliyê leşkeran bikin.

Cengîz Şîban ê ku birayê Osman Şîban e ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got ku, “Tevî Servet hatin gund. Piştre Osman bi helîkopterê birin. Ji min re gotin ku birayê min di beşa lênihêrîna kûr de ye. Min ji wan re got, ‘We dema birayê min birin, birayê min li ser xwe bû, çawa kete haletê mirinê?’ lê wan tu bersiv neda min.”

Şîdan got ku “Gelo êşkence li wan hate kirin an jî di helîkopterê de êşkence hate kirin, em nizanin.”