Piştî 5 mehan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz dan malbatê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yakûp Denîz (Welat Rêdur) ku li bejahiya navçeya Pilemuriyê ya Dersimê di encama bombabaranê de şehîd bûbû, piştî 5 mehan da malbatê. Cenazeyê Denîz wê sibê ji Meletiyê were girtin û li Amedê bi merasîmekê bê veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Yakûp Denîz (Welat Rêdur) bi 6 hevalên xwe re 5’ê Nîsana 2018’an li bejahiya navçeya Pİlemuriyê ya Dersimê di encama bombebaranê de şehîd bûbû. Cenazeyê Denîz piştî 5 mehan hate teşhîs kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz wê sibê derdora seat 15:00’an ji goristana bêkesan ya goristana asrî ya Meletiyê were girtin û li navçeya Yenîşehîr a Amedê wê bi merasîmekê were veşartin.