Piştî 4 meh û şûnde cenazeyê Kayran û Demîr spartin axê

Cenazeyê ji 4 gerîlayên HPG’ê Yûsûf Kayran (Zinar Akro) û Omer Demîr (Serhildan Mazî) ên li bejahiya Licê ya Amedê di şer û bomberdûmanê de şehîd bûbûn, li Goristana Yenîkoyê spartin axê.

Cenazeyê ji 4 gerîlayên HPG’ê Yûsûf Kayran (Zinar Akro) û Omer Demîr (Serhildan Mazî) ên di operasyona 3’yê Hezîranê ya li bejahiya taxa Bayîrlî a Licê ya Amedê di bomberdûmana balafirên Tirk û şer de şehîd bûbûn, piştî ji aliyê malbatan ve hate girtin û şûnde li Goristana Yenîkoyê spartin axê.

Malbatên ku cenazeyên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl dihate ragirtin, girtin, cenaze li gel polîsan ber bi Goristana Yenîkoyê ketin rê. Cenazeyê Kayran û Demîr ên li goristanê wecîbeyên olî hatin bicihanîn, li gel tevlîbûna malbat û xizman bi sedan kes di marasîma veşartina cenaze de amade bûn.

Di bin dorpêça polîsan de cenaze piştî hate veşartin û şûnde girse belav bû.