NÛ BÛ

Piştî 32 salan hate berdan: Têkoşîna me wê li derve dewam bike

Ahmet Kaganarslan ê piştî 32 salan hate berdan got, "Me serî netewand. Bi şerefa xwe em derketin. Têkoşîna me wê li derve dewam bike."

Girtî Ahmet Kaganarslan piştî 32 salan ji hepsê hat berdan. Kaganarslan di sala 1992’yan de li navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebedê lê hatibû birîn û ev 32 sal bûn girtî bû. Kaganarslan ji Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê hat berdan. Malbata Kaganarslan û rêveberên MA TUHAY-DER’ê wî li ber girtîgehê pêşwazî kirin.

Kaganarslan li ber girtîgehê daxuyanî da û diyar kir ku ew heta niha bi dorê li girtîgehên bajarên Semsûr, Dîlok, Amasya, Sîncanê maye û got: “Ev 8 salên dawî b û li Girtîgeha Tekîrdagê girtî bûm. Bi giştî 32 sal çêbû. Bi rastî jî piştî 32 salan hestek pirr cuda ye. Ez derketim lê hevalên li wir man. Ev yek min xemgîn dike. Lê belê wê têkoşîna min ji niha şûn ve li derve berdewam bike. Hevalên me ku cezayên wan hatine dirêjkirin hene. Xwestin em serî li ber wan bitewînin lê me serî netewand. Em bi şerefa xwe derketin. Tişta herî girîng jî ev e.”

Hat zanîn ku wê Ahmet Kaganarslan bi tevî malbata xwe ve sibê biçe bajarê xwe Amedê.