Piştî 13 salên pêşmergetiyê li Şengalê karê xizmetguzariyê dike

Pêşmergeyê bi navê C.B ê ku 13 sal pêşmerge bû, niha dev ji wezîfeya xwe berda û li Şengalê di karê xixmetguzariyê beşa paqijiyê de cih digire.

Pêşmergeyên ku tevî cilên xwe li ber çavên civaka Êzidî reş bûne, bûne sedem ku bi hezaran jin û dayikên Êzîdî bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê, bi hezaran zarok di rêya xwe gihandina Çiyayê Şengalê de ji têhna bifetisin û bi hezaran keçên Êzîdxanê li sûk û bazaran de bên firotin. Êdî piştî fermanê pêşmerge çiqas kar ji bo Êzidî û Êzîdxanê bike nema dikare Êzidiyan bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku bi fermanê re rûyê rastî yê pêşmergeyên PDK’ê derket holê.

Ji ber vê yekê bi sedan welatiyên Êzidî yên pêşmerge dev ji erka xwe ya pêşemergetiyê berdan, li Şengalê li gel malbatên xwe bi cih bûn, gelek di rizgarkirina xaka Şengalê de şehîd bûn û hinek jî niha di çeperên berxwedanê de têkoşînê dikin. Li aliyê din hinek ji ber tirs û gefên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xaka xwe li pey xwe hiştin û berê xwe dan bajarên Ewropayê.

Pêşmergeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî berdana erka xwe ya pêşmergetiyê ji ANF’ê re axivî:

Welatiyê bi navê C.B ê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku 13 salan pêşmergetî kiriye û got: "Dema min dît ku pêşmergeyên PDK’ê xiyanet li gelê me kir, min biryar da ku hêdî hêdî xwe ji pêşmergetiyê dûr bixim. Ez dixwazin çi karê bikim bikeve di bin xizmeta gel û civaka me de, lê ez nebim pêşmerge û li dijî gelê xwe xiyanetê nekim. Ez wisa hîs dikim ku her kesê Êzidî cilê pêşmergeyan li xwe bike, weke ku ew bûne sedem ku bi sedan keç û zarokên Êzidî xistibe destê çeteyên DIAŞ’ê."

'‘JI DERVEYÎ MÛÇEYAN, ME TIŞTEKÎ DIN NEDIZANÎ'

C.B bal kişand ser pêvajoya dema ku pêşmerge bû û wiha anî ziman: "Dema ku em pêşmerge bûn, tişta ku em difikirîn mûçeyê mehê bû. Ji derveyî vê çi li derdora me diqewime me zêde hay jê tine bû. Em pir teng difikirîn, me ne dizanî li ser çi esasî em kar û xebat didin meşadin. Me ne dizanî em ji bo çi leşkeriyê dikin. Tenê me cil li xwe dikir û dema mûçe me diçûm me mûçeyên xwe digirt."

'GEF LI ME HATE XWARIN'

C.B di dewama axaftina xwe de behsa berdana xwe ya erka pêşmergetiyê kir û got: "Me 20 kesan bi hev re dawî li erka xwe ya pêşmergetiyê anî. Lê dema me dawî li erka xwe anîn, gelek caran gef li me xwarin.. Me guh nedan gefên wan. Me got, em ê karekî wisa bikin ku di xizmeta gelê me de be."

'EV NE JI BER PKK’Ê HATINE, EV JI BO QETILKIRINA ÊZDIYAN HATINE'

Di dewama axaftinê de C.B behsa pêşmergeyên PDK'ê yên navê 'rojava' li xwe kirine û wiha pêde çû; "Dema Pêşmergeyên xwe bi navê Pêşmergeyên Rojava bi nav dikin hatin Xanesorê gelek hevalên min jî beriya ku bikevin şer di nava wan de bû. Ez tim bi wan re di nava têkiliyan de bû. Wan tim ji min re digotin ev pêşmerge ne ji ber ber PKK’ê hatine. Ji bo qetilkirina Êzidiyan hatine. Dema ku ev eşekere bûn gelek ji wan erka xwe ya pêşmergetiyê dawî kirin û çeka xwe danîn. Gotin em şerê gelê xwe nakin û nabin şîrîkê komkujiyeke nû. Ji ber vê heta niha gelek ji wan di girtîgehên PDK’ê yên Başûrê Kurdistanê de ne. Gelek ji wan ji tirsa kuştin û girtinê newêrin biçin Başûrê Kurdistanê."

BANG: DEV JI ÇEKA XIYANETÊ BERDIN

Herî dawî C.B ev bang kir: "Ez bang li hemû kesên Êzidî dikim ku yên çeka xiyanetê li milê wan in, bila dev ji wê çekê berde. Ji xwe re li karekê bigere ku bikeve di bin xizmeta gel û civaka Êzîdxanê. Ev yek wê ji karê pêşmergetiyê baştir û qenctir be. Mirov ji bo gelê xwe erka paqijiyê bike jî ji lixwekirina cilê xiyanetê baştire. Bila her kes ji bo civaka xwe baş bifikirie, êdî bese em di bazaran de bên firotin."