Çalakiyên 'Nobeda Edaletê' ketin roja 28'an ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hate destpêkirin. Yek ji çalakiyên Nobeda Edaletê li Wanê pêk tê ku rojane bi sedan kes serdana çalakgeran dikin. Çalakger bi biryar in ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, çalakiya xwe dewam bikin.
'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
Mehmet Nûrî Çîçek anî ziman ku zarokê wî di greva birçîbûnê de ye û anî ziman ku armanca tevlîbûna li Nobeda Edaletê piştgiriya ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ye. Mehmet Nûrî Çîçek diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê li gel zarokên xwe bin û got, "Mîna yên ku tevlî Nobeda Edaletê bûne em ê jî tevlî vê nobedê bibin. Em çalakiya dayikan hêja dibînin û silav dikin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Qanûn divê ji bo her kesî derbasdar be. Lê belê li vê derê qanûn li gorî şexsekî hatiye bicihanîn. Li gorî qanûnê nabe ku tecrîd bê kirin. Em zanin ku ew ji 'aştiyê' ditirsin. Ji dengê aştiyê ditirsin. Ne li gorî aştiyê, lê li gorî polîtîkaya îmha û înkarê tevdigerin. Bi vê polîtîkayê dibin desthilatdar. Dengê Birêz Ocalan kengî bê bihîstin rewşeke aştiyê tê afirandin, aramî tê welêt. Ji ber vê yekê tecrîdê bi kar tînin."
'CPT DIBE ŞIRÎKÊ SÛC'
Mehmet Nûrî Çîçek bi dewamî got, "Li gorî qanûnan, cezayê xwe çi dibe bila bibe her girtî dikare malbata xwe bibîne, mafê xwe yê axaftina bi telefonê, şandina nameyan û hevdîtina bi parêzeran re heye. Mixabin hiqûqa xwe jî binpê dikin û tecrîdê ferz dikin. Baş zanin ku dema tecrîdê ferz dikin krîza aborî û siyasî diafirînin. Bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tenê li vê bêhiqûqiyê temaşe dike, çima bêdeng bimîne? Çima, ji ber ku dibe şirîkê vî sûcî. Gelo hûn vê tecrîdê nabînin? Em ji vê derê bang dikin; Bibînin, bibihîzin, tecrîda li ser Ocalan rakin, ku zarokên me jî dest ji greva birçîbûnê berdin. Bila hiqûq bê vî welatî. Em weke malbatên wan em ê li pêşberî greva birçîbûnê ya zarokên xwe bêdeng nemînin. Em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Em ê bikevin Nobeda Edaletê, em ê piştgiriyê bidin dayik, malbat û hevalên xwe. Heta ku ev tecrîd bê rakirin, heta ku zexta li ser girtîgehan bi dawî bibe em ê piştgiriyê bidin vê çalakiya hêja."
'LI GIRTÎGEHAN ZILM HEYE'
Saîme Gurbuz ragihand ku bi armanca piştgiriya bi Dayikên Aştiyê re ew ê bên Nobeda Edaletê û got, "Silavên xwe ji dayikan hemûyan re dişînim. Di vê demê de divê her kes piştgiriyê bide dayikan. Li girtîgehan zilm heye, tecrîd heye. Ji ber vê zilmê jî zarokên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan û girtîgehan bê rakirin. Ji ber vê yekê em hatin Nobeda Edaletê û piştgiriyê didin. Ji bo aştiyê em ê timî li gel Dayikên Aştiyê bin. Banga me li dayikan hemûyan: Bila dayik hemû piştgiriyê bidin Dayikên Aştiyê yên di Nobeda Edaletê de ne."
'HÛN ÇIMA EDALETA XWEDÊ BI CIH NÎNIN?'
Xanim Varli jî anî ziman ku yên xwe weke misilman pênase dikin, pîvan û edaleta ol bi cih nînin û got, "Hûn dibêjin ku we edaleta Xwedê bi cih anîne, mizgeftan çêdikin, rojiyê digirin, nimêjê dikin. Wê demê hûn çima edaleta Xwedê pêk nînin? Madem ev der welatekî Misilman e, hingî divê hûn li gorî Îslametiyetê û Quranê tevbigerin. Hûn navê Misilmantiyê li xwe dikin lê belê şertên olî bi cih nînin. Ji ber ku li vî welatî edalet nîne zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Hûn çi dikin bilkin, em ê her tim hebin. Em ê her tim maf û hiqûqê biparêzin û aştiyê bixwazin."
'JI BO TECRÎD BI DAWÎ BIBE DIVÊ HER KES BI HEV RE TEVBIGERE'
Abdûrrahman Ekîncî diyar kir ku kurê wî girtî ye û 570 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û got, "Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe û ji bo zarokên xwe hatine Nobeda Edaletê. Kurê min telefonî min kir. Ji min re got, 'Bavo eger gelê me li pişt me nesekine, em ê hemû bimirin'. Ji ber vê yekê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan bê rakirin divê her kes bi hev re tevbigere."