Pirtûka Zerdeş û Avesta ji nû ve tê çapkirin

Di pirtûka Zerdeş û Avesta de dema nivîskarê Kurd Ferhat Ebdulhemîd Palewî berî du ku salan jiyana xwe ji dest dabû nivîsandibû, qala bandora dewlemendiya ola Zerdeş û bandora wê ya li ser olên din dike.

Pirtûka bi navê ‘Zerdeş û Avesta û Felsefeya Yek Xudayî’ (Zerdeşt ve Avesta ve Tektanrıcılık Felsefesi) ji aliyê Weşanxaneya SITAV ve hat çapkirin.  Pirtûka ku Ferhat Ebdulhemîd Palewî ku dema dijiya nivîsandibû, piştî wefata wî ji edîtorên weşanxaneyê Qahîr Bateyî diyar kir ku armanca esasî ya çapkirina pirtûkê ew e ku nifşê nû dîrok û çanda xwe bi awayekî giştî fêr bibe ye.

Bateyî anî ziman ku agahiyên di pirtûkê de hene, stûnên qahîm ên felsefeya qedîm a wan û kalên wan li xwe digire û got: “Ji ber ku ev bi awayekî serketî çêkirine, serî li ber kesê nedanîne û jiyane. Ji bo wê serketî bûn. Di vê berhemê de Felsefeya Yek Xudayî ya Zerdeş û Avesta û agahiyên derbarê xwe hene. Di pirtûkê de diyalektîka yek Xudayî û Zerdeştî, dîsa bandora wê ya li ser ola Ahûra Mazda û olêên din vedibêje.Ev berhema ku ji 634 rûpelan pêk tê, Ferhat Abdulhemîd nivîsandiye, qala dewlemendiya ola Zerdeştî dike.”

Berhema bi navê ‘Zerdeş û Avesta û Felsefeya Yek Xudayî’ bi belgeyên dîrokî di derbarê cihê Zerdeşt lê hatî dinê û dîroka wê de agahiyên berfireh dide.

Ev xebata ku lêkolîneke 20 salî li xwe digire, ji bo mîrasê Kurd û ronîkirina ola Zerdeştî xwedî wateyekî gelekî girîng e.