'Pirsgirêk Erdogan e, çareserî jî demokrasî ye'

Xelkê Dersimê diyar kir ku berpirsyarê krîza aboriyê Erdogan e, çareserî jî tenê bi demokrasî û wekheviyê dibe.

Tirkiye bi polîtîkayên AKP'ê her roj bêhtir dikeve nava tarîtiyê. Hikumeta AKP'ê ku zext û talanê zêde dike, şert û mercên ji bo jiyaneke mirovane ji destê xelkê digire.

Şev û roj buhayê her tiştî zêde dibe, bac tê zêdekirin. Di demekê de ku rewşa aboriyê xerab bûye, Bankaya Navendî faîz ji sedî 16'an daxist ji sedî 15'an. Bi kêmkirina faîzê re dolarek ji 13 TL, Euroyek jî ji 15 TL'î derbas kir.

Krîza aboriyê ku Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan welat xistiye nav, bi polîtîkayên şer bêhtir kûr dibe. Xelk hewl dide nava birçîbûnê de jiyana xwe dewam bike, lê Erdogan tevî vê yekê jî budçeyê ji şer re vediqetîne.

Erdogan herî dawî biryar li ser 'tezkere'ya li dijî Iraq û Sûriyeyê da û krîza aboriyê ya li welêt girantir kir.

Konsepta şer a Erdogan bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û bi gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Xelkê Dersimê li ser van polîtîkayên zext û talankeriyê axivî û destnîşan kir ku rêveberiya Erdogan divê tavilê bê guhertin.

'TENÊ LI PEY ŞER Û RANTÊ NE'

Ahmet Guzel ku kesekî teqawît e diyar kir ku krîzên heyî tenê bi demokratîkbûnê dikarin sererast bibin û siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîstên jin ên dîlgirtî bi bîr xist. Guzel got, "Welat anîne ber zinarekî. Qadên kar hemû ya hatine firotin, ya jî hatine qedandin. Erdogan di ser re radibe dibêje 'min pirtûka aboriyê nivîsandiye'. Nanê tisî jî bi destê xelkê nakeve. Li xelkê nafikirin. Tenê dane pey şer û rantê. Eger ev desthilatdarî li gel bifikiriya wê hin guhertinên bi kêrî gel tê bikira."

Ahmet Guzel ê Dersimî destnîşan kir ku pêşberî van bûyerên diqewimin ew li benda teqîneke civakî ye û got, "Ev bûyerê diqewimin nîşan didin ku teqîneke civakî nêz e."

'REJÎMA JI ALIYÊ ŞEXSEKÎ VE TÊ BIRÊVEBIRIN, WELAT QEDANDIYE'

Alî Hidir Çelîk jî anî ziman ku ew teqawîtbûyî ye û tevî ku 74 salî ye ji bo karibe debara xwe bike neçar maye bixebite. Alî Hidir Çelîk got, "Rejîma ku ji aliyê şexsekî ve tê birêvebirin welat qedandiye. Heta ku ev hikumet neçe wê tiştek neguhere. Li welêt her tişt qediya. Kîsekî ard ku min bi 160 lîreyî dikirî niha bûye 300 lîreyî. Her kes bêhêvî bûye. Yên ku bûne belayê serê welêt mehane 3-4 maeşan distînin lê gel xizan e. Tiştek ji kesê li gel nafikire nayê hêvîkirin."

'DIVÊ GEL RABE SER PIYAN'

Adil Aydin jî bal kişand ser polîtîkayên hikumetê yên ku bûne sedema krîza aboriyê û destnîşan kir ku divê hilbijartin bê kirin.

Adil Aydin got, "Divê gel serî hilde, dakeve qadan. Li Ewropayê li hemberî zemeke biçûk gel radibe ser piyan, em çima vê nekin? Divê gel rabe ser piyan. Buhayê sotemeniyê her roj tê zêdekirin. Bi dîtina min divê wesayit neyên xebitandin. Kîsekî nan bûye 300 lîre. Bi dîtina min ji ber tirsa ji desthilatdariyê nerazîbûneke têrker nayê nîşandan. Lê belê ev nerast e. Eger em neaxivin, em nekevin nava liv û tevgerê, ji ber van polîtîkayan em ê ji birçîbûnê bimirin."

'DIVÊ EV HIKUMET BIÇE'

Mehmet Ozgur ku li rawestgeha mînîbusê weke karkerekî bêsîgorta dixebite, diyar kir ku nanê tisî jî bi destê mirovan nakeve, "Ez nikarim xwarinê ji pitikê xwe re bikirim. Nikarim pere bixim bêrîka zarokê xwe yê diçe dibistanê. Ji bo mutbexê nikarim tiştekî bikirim. Ev hikumet divê tavilê biçe. Rejîma li welêt ku ji aliyê şexsekî ve tê birêvebirin welat qedandiye. Gelo ma çêdibe ku kesek der barê her tiştî de biryarê bide? Meclîs nikare bixebite. Ji ber ku gotina Erdogan di vê rejîmê de li ser meclîsê ye, li ser gel e. Budçe ne ji bo gel, lê ji bo qesrê û ji bo şer tê veqetandin. Bi dîtina min hîn jî ev rojên baş e yên welêt. Hîn rojên gelekî nebaş li pêşiya welêt hene. Erdogan bi polîtîkayên xwe xwe qedand. Êdî dem hatiye ku li ser dema bêyî Erdogan axaftin bê kirin. Divê gel nerazîbûna xwe bilind bike. Mirovên xwedî wesayit, wesayitên xwe nexebitîne."