BI DÎMEN

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li qadên gerîla didomin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên HPG û YJA Starê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlê daran çandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, danê sibehê bi çandina şitlê daran dest bi pîrozbahiya 4'ê Nîsanê kirin.

Li vê derê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre yek ji rêveberên Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat axivî. Serhat qala wateya rojbûn û têkoşîna Ocalan kir.

Ronahî Serhat got, "Rojbûna Rêberê me, roja buyina vîna me, nasnameya me, hebûna me, rojbûna gel û jinên Kurd e. Li me hemûyan pîroz be."

Di pîrozbahiyê de komên muzîkê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.