'Peywireke mezin dikeve ser milê yên li derve'

Bavê girtiyê bi navê Mîkaîl Mûngan diyar kir ku kurê wî gotiye, peywireke mezin dikeve ser milê yên li derve.

Mîkalîl Mûngan ê ku tevî 8 hevalê xwe di greva birçîbûnê de ye got ku “Heta ku tecrîd ranebe, em ê vê çalakiyê bi dawî nekin”. Bavê wî Mehmet Mûngan jî diyar kir ku ew xwedî li vê çalakiyê derdikevin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê li 62 girtîgehan tê domandin. Mîkaîl Mûngan (25) ê ku ji 5’ê Çileyê û vir ve li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê tevî 8 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne ji malbata xwe re gotiye ku “Em gelekî baş in û moralê me di cih de ye. Heta ku tecrîd neyê rakirin, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin.”

‘ÎFTIRA LI KURÊ MIN KIRIN Û 36 SAL CEZA DAN WÎ’

Bavê wî Mehmet Mûngan (71) diyar kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya kurê xwe û bi rakirina tecrîdê re wê aştî û aramî were. Mûngan got ku, “Kurê min di sala 2011’an de hate girtin. Dîsa dema hilbijartinan bû. Rojekê kurê min kirin wesayîta zirxî ya Akrebê û birin. Şahidekî veşartî li ser kurê min agahî daye û qaşo kurê min dibistanek şewitandiye. Lê ne dîmen heye û ne jî delîl. Bi îftîrayan kurê min bi salan e di girtîgehê de ye. 36 sal ceza li wî birîne û ev 8 sal in ew di girtîgehê de ye.”

Mehmet Mûngan got ku “Kurê min ê bi navê Cebraîl jî ê ku ji Mîkaîl biçûk e, li sanayiya wesayîtan ji xwe re dikanek vekiribû. Dema ku qedexe hatin ragihandin, Cebraîl got ‘Bavo ez ê dikana xwe bigirim û ez ê werim’. Cebraîl çû û careke din venegeriya. Niha hevjîna wî û sê zarokên wî jî emanetî me ne.”

‘EM BI BIRYAR IN’

Mûngan got ku, “Kurê min tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye. Tevî 8 hevalên xwe ji 5’ê Çileyê û vir ve di çalakiyê de ne. Di hevdîtina bi telefonê de ya dawîn de ji me re diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe bidomînin. Ji me re gotin ku tekane daxwaza wan ev e ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Em xwedî li doza zarokên xwe derdikevin. Em hemû dizanin ku tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan e, li ser hemû gelê Kurd e. Heke wisa bidome, em malbatên girtiyan em ê jî wekî zarokên xwe têkevin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Ligel ku ew girtî ne jî, ew ketine vê çalakiyê. Beriya wan divê, em kesên li derve me dest bi vê çalakiyê bikira.”