‘Peymana hatî çêkirin vîna azad a Êzidiyan dike armanc!’

Herbo: Yên ku Şengal parastin, li ber xwe dan û civak rêxistin kirin dikarin li ser navê Êzidiyan û Şengalê biaxivin, ew jî îradeya niha Şengalê heyî ye, ew nûnertiya Êzdayetiyê dikin.

Di beşa duyem a hevpeyvîna berdevkê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) û endamê şandeya hevdîtina Mustefa Kazimî Faris Herbo, di beşa duyem a hevpeyvînê de jî bal kişand ser naveroka rûniştina ku bi şandeya Mustefa Kazimî re hatî çêkirin û diyar kir ku bi zimanekî zelal helwest, nerazîbûna li hemberî peymana navborî ya di navbera hikumeta Bexda-Hewlêrê de hatî çêkrin dane û wiha bersiva pirsên me da:

‘DIVÊ BIRAYARÊN LI SER ŞENGALÊ GELÊ ŞENGALÊ Û NÛNERÊN WÊ BIDE’

“Me hem weke xelk û saziyên Şengalê hem jî giştî pêkhateyên Şengalê ev peymana navborî hate redkirin. Çimkî dema ev peyman hatî çêkirin, ne nêrîna miletê Êzidî girtin, ne jî tevlî kirin.

Yên ku Şengal parastin, li ber xwe dan û civak rêxistin kirin dikarin li ser navê Êzidiyan û Şengalê biaxivin, ew jî îradeya niha Şengalê heyî ye, ew nûnertiya Êzdayetiyê dikin.

Di vê tifaqê de çi heye, tê gotin: ‘Em ê îdareyekê diyar bikin. Divê qaymeqamê wê mistaqil, ango ji Şengalê be û maqûl be…’ Baş e vê îdareyekê dê bi kî re diyar bike, ne bi xelkê Şengalê re, dê bi hikûmeta herêma Kurdistanê re diyar bike! Hêj saetek di ser peymanê re derbas nebûyî, PDK'ê qaymeqamê ji hişmendiya xwe diyar kir. Ka maqûliyet û mistaqîlbûna? Bi çi sedemê PDK dîsa dixwaze li Şengalê bibe îdare? Ferqa nav û kesan nîne, ya girîng hişmendiye; ew hişmendî û feraseta ku bûyî sedema fermanê, bi navê kesan ferq nake. Lewre em ne dijî kesên Êzidî ne, em li dijî wê siyaseta xwe dispêre wê hişmendiya me behsê kirî.

Pêşniyara ku xelk û saziyên Şengalê ji bo qaymeqam û rêveberiya nehiyan kirî, nehat qebûlkirin. Çima? Gel dixwaze ev kes bibin nûnerên wan û wan bi rêve bibin. Tu çima naxwazî. Ma ji sala 2017’an li Şengalê ev îdare danî hikumeta Iraqê bû? Na, ti kesî ji derve nehatiye ev îdare û îradeya Şengalê heyî çênekiriye, gelê wê bi xwe ji nav xwe derxistiye û çêkiriye. Lê ji bo berjendiyên takekesî û hizbî îradeya xelkê Şengalê ji nedîtinê ve tê dîtin.

Di peymanê de tê gotin, ‘Em ê biçin îdare û heybeta dewleta Iraqê li Şengalê ava bikin! Em ê artêşê bibin wê derê, em ê Şengalê rizgar bikin!’ Hûn ê Şengalê ji kî rizgar bikin? Dema DAÎŞ li Şengalê we çima nedihat rizgar nedikir?

‘LI ŞÛNA ASANKARIYÊ, ASTENGÎ JI VEGERÊ RE TÊ KIRIN’

Îro li şûna asankarî bê kirin ku Êzidî vegerin Şengalê, birînên xwe bipêçin, ji bo venegerin her cure zor û zehmetî derdixin pêşiya wan. Ji bo êzidiyek vegere Şengalê divê serî li 7 dezgehan bide ku bikare vegere. Bêzar dikin ku kes venegerin.

Bi vê peymana hatî kirin ew encam derdikve holê ku naxwazin Êzidiyan û vîna wan a azad nas bikin, naxwazin hêza parastina Êzidiyan, nêrîna wan a siyasî hebe; dixwazin kesekî di destê wan de bûye pêlîstok diyar bikin û plangerî û bernameyên xwe li ser wî pêk bînin. Nerazîbûn, dilgiranî û berteka me ji ber vê bû ku em vê peymanê red bikin.

Ji 9’ê cotmehê ve ji Şengalê heta çar aliyên cîhanê tevahiya Êzidiyan bertek nîşanî vê peymana li dijî vîna gel dan û em jî wan silav dikin, divê her kes jî rêz nîşanê vê helwestê bide. Sekna miletê me yê Êzidî ya hêja hişt ku hikûmeta Iraqê hat bi Êzidiyan re, bi nûnerên civakê re rûniştin. Ango helwesta xelkê me ew neçar hiştin ku bên binêrin ka gelê me çi dixwaze. Her wiha me rêzehevdîtin bi alî û eniyên siyasî yên desthilatî û mixalefetê li Bexdayê re pêk anîn.

Di encama vê bertek û nerazîbûnên gel û vê hewldana me nûnerên Şengalê hikûmeta Bexdayê neçar ma ku bê vê derê û hevdîtinê bi nûnerên gel re çêbike. Herî dawî jî hevdîtin bi saziya serokwezîr birêz Mustafa Kazimî ya Şêwirmendiyê re çêbû.

Dema ku bi şandeya Mustafa Kazimî re hevdîtin çêbûyî, weke berdevkiya Rêveberiya Xweser a Şengalê em jî tê de hebûn. Di vê hevdîtinê de nêzî 26 kes ku ji nûner, rûspî, rewşenbîr, nûnerên saziyên jinan û her çar partiyên siyasî yên Êzidiyan hazir bûn.

Beriya hevdîtinê, şandeya me bi giştî li ser xalên hevbeş karî bibe hemfikir û heman helwestê. Di encama vê hevbeşî û hevramaniyê ya her çar partiyên Êzidiyan û kesayetiyên di şandeyê de cih girtî ve 18 xal hatin diyarkirin û me pêşkêşî hikûmetê kir. Weke pûxteya van 18 xalan; em vê peymana navborî red dikin çimkî;

Divê Êzidî bê nîzam, bê statû nemînin ew bi xwe xwe bi rêve bibin.

Divê Êzidî bê parastin nemînin û ev parastin jî ji aliyê Êzidiyan ve bê kirin.

Divê Şengal bibe parêzgeheke Nenavendî (La Merkezî) ya girêdayî hikûmeta Iraqê.

Divê di parlamena Iraqê de li ser qebûlkirina komkujiya Êzidiyan kar bê kirin.

Divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê, nexasim jî yên li ser Şengalê bên sekinandin û hwd gelek xalên dîtir. Lê belê xalên esasî û sereke ev bûn.

‘BI ŞANDEYÊ RE RÛNENIŞTINA KAZIMÎ CIHÊ DILGIRANIYÊ YE’

Destpêkê birêz Mustefa Kazimî di hevdîtinê de neamade bû, deqeyên dawî tevlî civînê bû. Birêz Mustefa Kazimî bi şandeya Êzdiyan re rûnenişt, ev ji bo me cihê dilgiraniyê ye.  Şêwirmendê wî yê yekemîn birêz Haşimî El Dawûdî û yê berpirsê mijarê birêz Hemîd Şetrî, nûnerê fermandariya operasyonên giştî amade bû, birêz Sayim Xidir ê di parlamentoya Iraqê de nûnerê Êzidiyan amade bûn.

Şandeya me pê re hevdîtin kirî bi zelalî destnîşan kirin ku Şengal herêmeke Iraqî ye û dê wisa jî bimîne; Şengal ne girêdayî xala 140 e û dê pêşmerge neyên Şengalê û yên bi navê pêşmerge li Şengalê heyî jî em qebûl nakin. Dîsa hate ragihandin ku mijarên di ragihandina PDK'ê radigihîne ji rastiyê dûr e.

Di hevdîtinê de sedema peymana navborî jî hate gotin ku ji bo ku xelkê Êzidî li Başûrê Kurdistanê di kampan de ye, ji bo vegera wan divê em bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re mitabiq bin ku pêk bê.

‘BILA HEMÛ HÊZÊN KURDÎ LI DIJÎ KIRYARÊN NE JI BO XÊRA ŞENGALÊ BIBIN XWEDÎ HELWEST’

Em li bang hemû hêz û aliyên Kurdî dikim ku li dijî van kiryarên PDK'ê yên li ser Şengalê bibin xwedî helwest ku midaxaleya ol, çand û civaka Êzidiyan neke. Yê ku dixwaze Şengal û Şêxanê ji hev qut bike û ola êzidiyatiyê parçe bike PDK ye. Dema ku PDK'ê nekarî Şengalê radest bigire, bi riya kesên girêdayî xwe, dixwazin bi rengê sergirtî be jî hebûna xwe li Şengalê biparêzin.

Li Iraqê ne hikûmeteke rêkûpêk, xwedî rêgez û helwest heye ne jî sîstemek. Lewre bi kî re rûdinin li gorî dilê wan diaxivin, dixwazin wan razî bikin, xwe li ber dilê wan xweş bikin.

Belê li Şengalê pirsgirêkeke civakî, îdarî, siyasî, ewlehî, xizmetguzarî hwd heye, lê divê ev bi xelkê Şengalê û nûnerê wan bi xwe re bê çareserkirin. Kî derveyî me çi peyman û tifaqa çêbike bila çêbike, heta ku em nûnerên gelê Şengalê ne di nav de bin û riza me nîn be naçe serî û em bibin deng û daxwazên gelê xwe. Gelê me xwedî ferzkirinên li ser tê kirin xwedî helwest e. Divê em bêtir tifaqa xwe xurt bikin û ji daxwazên gelê xwe re bibin bersiv.”