Peyamên gerîla yên ji bo 4'ê Nîsanê
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayên Kurdistanê bi çandina şitlê daran pîroz dikin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayên Kurdistanê bi çandina şitlê daran pîroz dikin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayên Kurdistanê bi çandina şitlê daran pîroz dikin.
EGÎD: Rêber Apo, dîroka gelekî ku serberjêr bûbû sererast kir û jiyan afirand. 4'ê Nîsanê, gelekî ku ji Kurdbûna xwe, ji rastiya xwe fedî dikir, ji nû ve zindî kir. Em bi me da naskirin. Eger îro şoreşa Kurdistanê roj bi roj mezin dibe, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Em her tiştî deyndarê wî ne. Di rojbûna hemû rêberan de rojbûna gel heye. Ya me jî rojbûneke li ser vê bingehê ye. Em Rêbertî nebînin jî, bûyîna milîtanê Rêbertî û jiyana di heman serdemê de ji bo me qenciyek e.
SOZDAR: 4'ê Nîsanê rojbûna gelên bindest e. Dema mirov li jiyana Rêber Apo dinêrin, dibînin ku ji zarokatiyê û vir ve her tim di nava têkoşînê de ye. Di emrê xwe yê zarokatiyê de dest bi têkoşîna li dijî neheqiyê kir û ev têkoşîn îro veguherand tevgereke mezin a azadiyê. Lewma, mirov dikarin vê rojê weke nîşaneya şerê li dijî sîstemê bi nav bikin.
ZINAR: Em ê sala 2017'an bikin sala azadiya Rêber Apo û gelên bindest. Gerîla wê di vê sala nû ya vejînê de şerekî mezin bimeşîne. Bi têra xwe hêza me, xeta me ya rastiyê û gelê me yê bi rûmet heye. Her qad ji bo me qada têkoşînê ye. Di çarçoveya paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo de em ê ti carî ji têkoşînê venegerin. Hemû destketiyên me yên îro, bi saya Rêber Apo ne. Em ê her tim weke şervanên vê vejînê bijîn.
DÎREN: Yek ji girîngtirîn xetên di 4'ê Nîsanê de hatin afirandin, xeta azadiya jinê ye. Di pirsgirêka jinê de, ku kesî newêrîbû gavê bavêje, Rêber Apo kir navenda têkoşînê û gavên girîng avêt. Di encama wê kedê de rastiya jinên azad ên îro li Rojhilata Navîn şer dikin, di nava jinên Kurd de şênber bû. Bi 4'ê Nîsanê re jinan çavên xwe ji nû ve li jiyanê vekirin. Weke gerîlayên YJA Starê em ê her tim vê ked û jiyanê biparêzin.
OZAN: Di 4'ê Nîsanê de em her sal li çiyayên Kurdistanê bi hezaran şitlên daran diçînin û îro jî bi heman rengî pîroz dikin. Li çiyê carna dareke berû ya ji sedan salî ji ber êrîşên balafirên şer hildiweşe. Dijminê me naxwaze li çiyayên Kurdistanê darek şîn bibe, naxwaze jiyan lê hebe. Heta niha gelek caran êrîş li daristanan kirin. Bersiva me ya herî mezin a li pêşberî vê rewşê, bêguman şerê me ye. Niha li çiyê bi hezaran darê ku di 4'ê Nîsanê de hatine çandin, hene. Her darek, têkoşîna li dijî sîstemê bi xwe re mezin dike. Her wiha diyariya herî bedew a ji bo Rêber Apo jî, çandina şitlê daran e.