Peyama sala 40’î ji bo dewleta Tirk

Di pêvajoyeke wiha de ku dewleta Tirk êrîşên hewayî zêde kiriye û wê propagandayê dike ku ‘3 kes nikarin werin cem hev’ bi sedan gerîla hatin cem hev û bi rengekî bi debdebe sala 40’î ya pîroz kirin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Garzan got PKK bi têkoşîna 40 salî ji bo hemû gel û baweweriyên rojhilata navîn bûye hêvî.

Li gel şerê zêde jî PKK’ê  civîna Komîteya Amadekar li Qadên Parastinê ya Medyayê kir û pîrozbahiyên sala 40’î bi dêlindêziyekê pîroz dikin. Pîrozbahiya li gel êrîşên hewayî û keşfê yên zêde û civîna ku rojên bihurî pêk hatin em bi Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan re axivîn.

PKK HÊZEKE DIYARKER E

Garzan diyar kir ku bi navenda Kurdistanê li Şerê Cîhanê yê Sêyan tê jiyîn, bi vê re terisandinên leşkerî û siyasî nanokî û şer bi xwe re aniye û ev rewş destkeftî û rîskên nû bi xwe re tîne. Garzan dibêje PKK ya ku li Rojhilata Navîn û dinyayê dibe aktorekî diyarker, di sala 40’î de bi têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzm, li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji bo Tirk, Ereb, Fars, Ermen, Sûryan, Tirkmen û gel û baweriyên dî dibe hêvî û wiha domand: ‘’PKK tê maneya vejîn û jidayikbûnê. Serhildana li dijî mêtingeriyê ye. Giyanê azadiyê ye. PKK ji bo gelan ne sembolîk e. Ji bo vê jî her 27’ê Mijdarê misyon û roleke dî li PKK’ê bar dike. Di têkoşîna 40 salî de bi giyanê berxwedanê, bi hezaran şehîd hatine dayin. Ji bo îdeolojî, felsefe û xeta PKKê jiyana xwe dan. PKK ev hemû nirx in. Ji bo vê jî pîrozkirina damezirîna PKK’ê tê maneya derbirîna dilsoziya bi şehîd, leheng û hemû fedaiyan. Xwedîderketina li van nirxan e. Damazirîna PKK’ê û ji bo gelan bûye hêvî, ji hêla gelan ve weke cejnekê tê pêşwazîkirin. Ev rewş bûye weke çand û keleporekê.

GERÎLA LI SERFIRAZIYÊ ASÊ BÛ

Garzan li ser çalakiyên dawî yên li Bakurê Kurdistanê sekinî û got di sala 40’î de zêdetir li serkeftin û serfiraziyê asê bûne. Garzan diyar kir ku di demên dawî de bi çalakiyên gerîla yên li Serhed, Şemzînan, Avaşînê dewleta Tirk derbên giran xwarine. Garzan diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çalakiyên gerîlayan neçar maye, bi teknîka zêde dixwaze encamê bistîne û got, ‘her çi jî bikin neçarî têkçûnê ne.’’

BI TEVLÊBÛNA BI SEDAN GERÎLA PÎROZBAHÎ

Garzan diyar kir ku di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk li ser Qadên Parastinê ya Medyayê êrîşên hewayî û firînên keşfî zêde kirine û dibêjin, ‘3 gerîla nikarin cem hev’ bi sedan gerîla hatin cem hev, sala 40’î pîroz kirin û wiha domand: ‘’Gerîla bi vê helwesta xwe bersivê dide dijmin. Gerîla dibêje dijmin balafirên te yên şer jî, keşfê jî nikarin me rawestînin.’’

25’Ê MIJDARÊ NE SEMBOLÎK E

Garzan diyar kir ku Tevgera Azadiyê a Jinê li dijî hişmendiya 5 hezar salî ya hişmendiya zilam-serweriyê ye û ew 25’ê Mijdarê bi rengekî ku rojeke sembolîk be lê nanerin û têkoşîna jinan bi rojekê nikare were sînordarkirin. Garzan got, ‘’Em Tevgera Jinê hemû kêliyên jiyanê dikin kêliyên têkoşînê. Me armancên mezin danîne ber xwe. Em hemû gerîlayên jin pîroz dikin û bang dikin ku têkoşînê geş bikin.’