Peyama malbata Şenyaşar a ji bo cejnê: Bila kes mîna me neêşe

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê zêdeyî du meh in nobedê digire, bi wesîleya cejna Remezanê peyamek da û got, "Bi hêviya ku kes mîna me neêşe Cejn pîroz be."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bû, 66 roj in di çalakiya nobedê de ye.

Nobeda edaletê ji ber qedexeya derketina derve ji 30'ê Nîsanê ve ne li ber Edliyeya Rihayê, lê li mala malbata Şenyaşar dewam dike.

Malbatê bi wesîleya Cejna Remezanê ev peyam li ser twitterê da: "Em êşa xwe ya giran diavêjin nava dilê xwe. Bi hêviya ku kes mîna me neêşe, cejn pîroz be."