Peyama Kongra-Gel a 8’ê Adarê: Wê berxwedana civakî mezintir bibe

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhane bi peyamekê pîroz kir. Kongra-Gel got ku, “Berxwedana civakî wê bi têkoşîna jinan geştir bibe û ew ê di 31’ê Adarê de derbeyeke mezin li faşîzmê were xistin.”

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel derbarê 8’ê Adarê peyameke nivîskî weşand.

Di peyama Kongra-Gel de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li hemberî zext, pêkutî û zilma ku pergala mêrparêz ava kiriye, em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya hemû jinan pîroz dikin.

Em roja 8’ê Adarê ya hemû rêhevalên jin ên di bin banê KJK û PAJK’ê xwe birêxistin kirine û di nav refên YJA-Star, YPJ, YJŞ’ê de şer dikin, pîroz dikin.

Bi saya Rêber Apo jinên Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine asteke pêşeng û bi bîr û nasnameya xweser a jinê xwe ji nû ve ava kiriye. Jiber vê jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Jinan e.Têkoşîna Azadiyê ya Jinan îro li her dera cîhanê destanan dinivîse. Bi vê wesîleyê em hezkirin û rêzên xwe ji Rêber Apo re pêşkêş dikin û roja wî ya 8’ê Adarê ji dil pîroz dikin.

Serfiraziya têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ’ê, serfiraziya têkoşîna jinên azad e. Bi coşa vê serfiraziyê em 8’ê Adarê pêşwazî dikin û şehîdên jin ên di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Di vê 8’ê Adarê de berxwedaneke din heye ya ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatine destpêkiirin û pêvajoyeke ku dikare dîrokê bide guherandin, a niha tê jiyîn.

Berxwedana greva birçîbûnê bi berxwedana Leyla Guven li Amedê hate destpêkirin. Piştre li zindanên Bakurê Kurdistanê û li yên Tirkiyeyê hatine belavkirin. A niha jî li gelek bajarên cîhanê yên wekî Strasboûrg, Gal, Toronto, Dûîsbûrg, Nurnberg, Kassel, Den Haag, Mexmûr, Viyana, Cenevre û Kelarê didome. Di heman demê de di 1’ê Adarê de li zindanan bi beşdariya hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê ketiye qonaxeke nû.

Ev pêvajoya niha ji bo dahatûya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn qonaxeke stratejîk e. Di vê pêvajoyê de wê krîzên ekonomîk û siyasî kûrtir bibe û berxwedana civakî ya li dora grevên birçîbûnê wê bi têkoşîna 8’ê Adarê geştir bibe. Ev berxwedan wê di Newrozê de bigihêje lûtkeyê û di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de wê derbeyê li faşîzmê bixe.

Tişta ku dixuye ev e ku ew ê faşîzm an hilweşe yan jî hilweşe. Rêhevalên me û çalakgerên greva birçîbûnê diyar dikin, heta ku tecrîd bişikê wê têkoşîna xwe bidomînin. Roj roja berxwedanê ye. Divê gelê me li dora berxwedêrên greva birçîbûnê bibin xeleq û vê berxwedanê geştir bikin.

Di çalakiyên 8’ê Adarê de di hemû çalakiyan de divê daxwaza Leyla Guven û ya berxwedêrên greva birçîbûnê ya ku divê tecrîda Îmraliyê were şikandin, divê bibe rojeva sereke.

Bi vê wesîleyê em careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û hemû jinên ku ji bo jiyaneke wekhev û azad li ber xwe didin, wan ji dil silav dikin.”