Peyama Koma Êrîşê: Em ê bêteredût bi ser dijmin de biçin û ji wir biavêjin

Gerîla TV peyama koma gerîla ya êrîşê ya Girê Pîrdogan weşand ku tê de biryardariya paqijkirina herêmê ji dagirkeran hate nîşandan.

Di 20'ê Mijdarê de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji sê baskan ve operasyoneke şoreşgerî ya gerîla hate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di encama vê operasyonê de 49 dagirker hatin cezakirin.

Yek ji baskên vê operasyonê jî li ser Girê Şehîd Pîrdogan bû. Gerîla TV dîmenê koma êrîşê ya Girê Şehîd Pîrdogan weşand.

Gerîlayan peyameke bi vî rengî dan:

"Ji bo têkbirina li ser Kurdistanê dagirkeriyê ferz dike, ev demeke em di nava amadekariyên pêngaveke tolhildanê ya hevalên şehîd û ji bo paqijkirina girên hatine dagirkirin de ne. Amadekarî hatine kêliyên dawiyê. Heval bi coşeke mezin û bi hêrseke tolhildanê wê ber bi pratîkeke berfireh ve biherikin. Em ê bi rê bikevin, ber bi qada Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan biçin. Dagirker niha bi kepçeyan hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike û li ser hevalên li wê derê zexteke psîkolojîk bike. Ji bo em dijmin bisekinînin û ji wir biavêjin çi ji destê me bê, em ê heta dawiyê pêk bînin. Em ê bêteredût bi ser dijmin ve biçin."