Peyama '19'ê Kanûnê' ya ÎHD'ê: Tecrîda li Îmraliyê rakin

Şaxê ÎHD'ê yê Wanê, komkujiya 19'ê Kanûnê şermezar kir û xwest tecrîda li Îmraliyê were rakirin.

Ji bo mirovên di komkujiya 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne û komkujiyê careke din şermezar bike, Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet û rêveberên komeleyê li avahiya ÎHD'ê ya Wanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Mûrat Melet diyar kir ku 19'ê Kanûnê di heman demê de weke "Roja Piştevanî û Têkoşîna ji bo Mafên Mirovan ên li Girtîgehan" hatiye ragihandin û got, li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî hemû girtiyên siyasî zexteke bi rêk û pêk heye.

Melet ragihand, polîtîkayên zextê yên bi komkujiya 19'ê Kanûnê re li girtîgehan dest pê kirine, hê jî didomin û anî ziman, zêdeyî 1700 girtiyên nexweş niha li girtîgehan e.

Melet bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Girtiyên din ên li girtîgehên Tirkiyeyê ji kîjan mafan dikarin sûdê werbigirin, mafê Birêz Ocalan e ku ji wan mafan sûdê werbigire. Weke Şaxê ÎHD'ê yê Wanê em di wê baweriyê de ne ku rakirina tecrîda li Îmraliyê wê xizmetê ji aştî û aramiya li Tirkiyeyê re bike. Divê tecrîd derhal bê rakirin. Ev daxwaz daxwaza hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi şîdetê nabe, bi diyalog û danûstandinê dibe."

Sekreterê Giştî yê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Erhat Ertak jî da xuyakirin ku ew êşa mirovên xizmên wan beriya 17 salan di komkujiya 19'ê Kanûnê de hatin kuştin û welatiyên di komkujiyê de birîndar bûn par ve dikin.

Ertak xwest berpirsyarên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin û hemû girtiyên nexweş jî tavilê bên berdan.