'Pêwîste jin xwedî li hev derkevin'

Gerîlaya HPJ'ê Zîlan Mako bi bîr xist ku jin hem ji aliyê sîstemê hem jî ji aliyê zîhniyeta mêr ve têne tepisandin û got, pêwîstî bi pêngavên mîna ya KJAR'ê heye.

Gerîlaya Hêza Parastina Jin (HPJ) Zîlan Mako di hevpeyvînekî taybet ya bi ANF’ê re li ser girîngiya kampaniyaya Komalgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya bi dirûşmeya ‘Zawaca di temenê biçûk de, qirkirina jinê ye' dabû destpêkirin axivî.

Gerîla Zîlan Mako di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser armanca kampanyaya KJAR’ê û got; “Kampaniya ku KJAR’ê li dijî zewaca di temenê biçûk de daye destpêkirin, pêngavekî girîng û pêwîst e. Armanca vê pêngavê eve ku jin xwe ji nav 4 dîwaran xilas bike û her kes hebûna xwe bijî.”

Mako di dewama axaftina xwe de işaret bi rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê kir û diyar kir ku sîstema desthiladar her tim hewl dide hişmendiya zilam li ser jinê serwer bihêle û wiha pêde çû; “Ji ber sîstem bi hişmendiyekî zilamsalar tê rêvebirin, her tişt ji bo zilam serbest kirine, lê ji bo jin her tişt qedexe ye. Heta maf ji zilam re tê dayîn ku bi her şêwazê şîdetê li ser jinê birêve bibe. Jin tenê bi mal ve hatiye sînordar kirin. Di nav çar dîwaran de dihêlin û dibêjin ev sînorên te ne. Herî zêde ev rêbazane li ser jinên bi temen biçûk tê ferzkirin. Zarokên ku hîn li kolanan dilîzin. Pêwîstiya wan hê bi heskirina dayîk û bi zaroktiya xwe jiyankirin heye. Çawa dikarin xeyalên wan zarokan bi zewacekî bikujin?”

Gerîla Mako destnîşan kir ku jin dema dest bi hewldana xwe ya mafgirtinê dike, di malê de ji aliyê zilam ve tê çewisandin û her wiha li derveyê malê jî ji aliya hişmendiya zilamsalar ya sîstema heyî ve tê perçiqandin. Mako axaftina xwe wiha domand; “Sîstem di şexsê jinê de hewldide civakekî bê exlaq ava bike. Jin her ku ji bo mafê xwe tekoşîn dike, her kes li hemberî wê derdikeve û bi navê dîn wê dorpêç dikin. Wisa dikin ku nabe jin bersiv bide. Eger bide jî wê bi sêdare, recim û kuştinê re rû bi rû were. Lê jin lazime li hember viya xwe rêxistin bike û yekîtiya xwe ava bike. Lazime li pey bersiva nakokiya ‘çima mafê jinê nîne’ bigere.”

Gerîlaya Hêza Parastina Jinê Zîlan Mako di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di bin sîwana KJAR’ê û HPJ’ê de bi yekgirtinê re heya xwe bighînin azadî û wekheviyê, parastina xwe bikin û têbikoşin. Mako axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir; “Jin her tim bi pîvanên xwe yên jiyanê ve girêdaye. Ji ber vê lazime jin vê zilmê qebûl nekin. Gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji me re îfade dike ku jin jiyanê diafirîne. jinên Rojavayê Kurdistanê bi yekgirtin li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û xwe parastin. Pêwîste ev ji bo me hemûyan bibe mînaka têkoşînê. Bi riya Kampaniyaya KJAR’ê jin dikarin yekîtiya xwe ava bikin û li hemberî zewaca di temenê biçûk bisekinin û koletiya heyî bişkînin. Jin lazime xwedî li hev derkevin. Bi vî awayî tu sîstem nikare li hember azadiya wan bibe asteng.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Komalgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê meha Hizêrana îsal li dijî zewaca di temenê biçûk de bi dirûşmeya “Zewaca di temenê biçûk de qirkirina jinê ye” kampaniyayek dabû destpêkirin û heya niha jî berdewame.