BI DÎMEN

‘Pêşmergeyên Rojava’ li ser sûc hatine zevtkirin!

‘Pêşmergeyên Rojava’ yên ku li ser xeta Rojava-Başûr hatine danîn li ser sûc hatin zevtkirin. ‘Pêşmergeyên Rojava’ ji baneya mirîşkan a li qade Bîr Adem a girêdayî bajarokekî Sinûnê, dema ku sêla bên û dîrekên hesin didizîn hatin zevtkirin.

&

Xwedê giravî ‘Pêşmergeyên Roajva’ ku van demê dawî ji hêla Î.Biro, F. Alîko û hwd. Hin kesên ENKS’yî ve van rojên dawî pir têne rojevê, li Şengalê dema ku dizî diikirin li ser sûc hatin zevtkirin. Welatiyekî bi navê Haşîm Hacî Hesen ku çûbû li baneya xwe yê Mirîşkan a girêdayî bajarokê Sinnî yê Şengalê binere, dît ku sêla bên û dîrekên hesin ji hêla pêşmergeyan ve hatin dizîn. Hesen diz li ser sûc zevt kirin û ji wan re got bê ka çima ew sêla û hesinê wî didizin û ji wan xest ku sêl û hesinê baneyê deynin. Hesen diyar kir ku dizên ku hatine zevtkirin pêşmergeyên xwedê giravî ‘Pêşmergeyên Rojava’ ne.

 ‘DIZIYA MIN KIRIN, TALAN KIRIN’

Hesen wiha got:

‘’Cihê ku baneya min lê ye nêzî sînorê Rojava-Başûr e. Li wir du gundên Ereban ên bi navê Hemedan û Kenan hene. Gelek gundiyên wir dostên min in. Çend caran ji min re gotin ku hinek têne sêla baneya wan dibin. Ez çend caran çûm min kesek nedît. Duh hem wan û hem jî ji Sinûnê gotin hinan sêla baneya wan birine. Dema ku ez gihaştim wir zilam çûbûn, hatibû ser qereqola li ser rê. Lê hê malzemeyên min di wesayitan de bûn. Min ji wan xwest ku malzemyên min deynin. Gotin, ‘bila em ê bibin. Ez çûm min li cihê wan nerî malzmeyên min nebiribûn.’’

Hesen diyar kir ku dema wî baneya xwe qedand û tam dikir ku dest bi hilberînê bikie Fermanê dest pê kir û wiha domand: ‘’Ji bo ku ev vê baneyê çêbikim min 500 hezar Dolar xerc kir. Metroya sêla bên min bi 18 Dolaran stand. Mala min jî li pêş wê bû. Dema ku ferman rabûyî ji bo zarok û malbatê xilas bikim ji mal derketim. Dema ku Sinûnê û derdora wê ji DAIŞ’ê paqij bû vegeriyam. DAIŞ’ê bînahiya min firandibû. Dest li baneyê nedabû. Her roj tiştek kêm bû. Ti malzeme tê de nemabûn. Derî û pencere giş biribûn. Pitşî derî û pencereyan dor hatibû bên. Sêla bên hemû biribûn. Niha dor hatiye bînahiya duyan. Ji Duhokê jî li min geriyan û gotin sêla bên birine. Duh dema ku dostên min agahî dane min, min bi çavê serê xwe dîtin. Malzmeyên min ku DAIŞ’ê jî dest lê nedayî kesên ku ji wan re ‘’Pêşmergeyên Rojava ‘’ dibêjin dizîne, talan kirine.’’

 ‘TI TÊKILIYA WAN BI NIRXÊN MIROVÎ RE NÎN E’

Hesen got, ‘’Ji min xwestin ku ez belge nîşanî wan bidim ku baneya mirîşkan a min e. Min ji wan re got, ‘’hûn ji deverine dî hatine û bi navê Pêşmergeyên Rojava tevdigerin. Li ser xaka min hûn nikarin bixwazin ku ez belge nîşanî wan bidim.’ Dema ku min wiha got, gotin,, ‘’li me bibore, min got qey ên Erebe ne. Ji bo wê em çûn û me anî’’ Ev kesên ku ti nirxên mirovî li cem wan nîn e, çawa malê gelê Ereb li xwe helal dikin. Bi vê nêzîkatiya xwe ya li Ereban nîşan didin.’’

Cîranê Haşîm Hacî Hesen, Husesyin Hesen Hecî got, ev kesên ku li ser navê pêşmergeyan tevdigerin, tenê ne li Sinûnê û derdorê, li navenda Şeganlê jî têkberên gel ji malên wan didizin. Hecî wiha got: ‘’Ev ji xw re pêşmerge dibêjin. Bi ser de jî ‘’Pêşmergeyên Rojava’ dibêjin. Her roj hin dibêijn çima hûn nahêlin ku ev biçin Rojava û li wir şer bikin. Kesên ku malên Şengalên talan dikin, malên Şengaliyan ku fermaneke mezin bi ser wan de hatiye, jin, keçên wan bi destê DAIŞ’ê hatine revandin û kirine kole, serê wan hatine jêkirin wê çawa parastina Roajva bikin...Ti têkiliya van bi pêşmergetiyê re nîn e. Ev talanker in. Ev dizek in. Ên ku ji van re pêşmerge dibêjin ji van dizektir in, ji wan talankertir in.’’

 ‘YEK JI WAN KESÊN KU JÊ RE PÊŞMERGE DIBÊJIN NUSRAYÎ YE’

Bazirganekî ji Rojava got, kesekî ku xwe weke pêşmerde dide nasîn nas dike. Kesê ji Rojava nexwest navê xwe bide û got, kesê xwedêgiravî dibêje, ez Pêşmergeyê Rojava me, kesê bi navê Celal Birek ê ji Çil Axa ye û wiha got: ‘’Ev kes di serdema pêşî ya şoreşê de di nav komên ‘’OSO’’ de bû. Dema ku bi van koman re Nusra êrîş bire Serêkaniyê ev jî winda bû. Piştre diyar bû ku di êrîşa Serêkaniyê de cih girtibû. Hin hevalên wî hatin kuşltin. Hin ji wan birîndar bûn. Yek ji hevalê wî yê ku birîndar bûyî Usema Hîlalî bû. Agahî hate ku ev jî birîndar bûye. Wê demê Çil Axa hê di destê rejîmê de bû. Dema ku ev birîndar bû bi dizîk anîna mala wî ya li Çil Axa. Piştî bi çend rojan ji bo tedawî bikin birin Başûrê Kurdistanê. Piştî ku tedawî bû min dît ku li vir hatiye peywirdarkirin û kirine fermandar. Dema ku min dît yekî ku bi Nusra re tevdigere, êrîş birî ser Serêkaniyê, min di nav cilên pêşmerge de dît û bûyî fermandarê wan pir şaş mam.’’

Ên ku di nav Nusra de li dijî Rojava şer kirin, êrîş birin ser Serêkaniyê dikarin her tiştî bikin. Li cihê lê ne, dikarin bihêlin ku çete jî derbas bibin. Belkî derbas dikin jî. Ên ku cilê pêşmerge li vî kirin, çek danê û di cihekî wiha krîtîk de ew kirin fermandar berpirs in. Ji ber ku li Rojava her kes pê dizane ku ev Çil Axa, li Serêkaniyê di nav Nusra de şer dikir.’’